Çalakiyên di çarçoveya pêngava cîhanî de didomin

Meclisên malbatên şehîdan ên Tebqa, Minbic û kantona Efrîn û Şehbayê bi çalakiyên cuda tecrîd şermezar kirin û bang li azadîxwaz û demokratên cîhanê kir ku têkoşîna demokratîk ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin.

Çalakiyên di çarçoveya pêngava cîhanî de didomin
Çalakiyên di çarçoveya pêngava cîhanî de didomin
Çalakiyên di çarçoveya pêngava cîhanî de didomin
Çalakiyên di çarçoveya pêngava cîhanî de didomin
30 cotmeh, 2023   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya çalakiyên pêngava cîhanî ya bi dirûşmeya ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ ku 10′ê Cotmehê li 74 navendên cîhanê hate destpêkirin de, meclisên malbatên şehîdan ên Tebqa, Minbic û kantona Efrîn û Şehbayê daxuyaniyek hevpar hat dayîn.

Li Tebqayê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Hind Xelîl, li Minbicê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Rebî Izedîn, li Şehbayê jî endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Ednan Elî û endama meclisê Şerîhan Hemo daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku zêdetirî 25 sal in Rêber Abdullah Ocalan girtî ye û dewleta Tirk a dagirker li dijî wî îşkenceya derûnî dimeşîne, ′cezayên dîsplînê′ li ser wî tên ferzkirin, mafên wî yên sereke tên binpêkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev kiryarên neheq ên hikumeta Tirkiyeyê bi hevkariya hêzên komploger li dijî nirx û pîvanên exlaqî û mirovahî ne, her wiha qanûnên ku pergalên navneteweyî bi xwe danîne jî binpê dikin.

Meclisan di daxuyaniyên xwe de bal kişand ser berxwedana gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de raber dike û hat gotin: “Vê berxwedanê doza Kurd ji çarçoveya herêmî derxist û kir dozeke cîhanî ku pêwîstiya wê bi çareserkirinê heye. Ji lew re, hêzên demokrastîk û raya giştî ya cîhanê li kêlek têkoşîna gelê Kurd disekinin û dest bi pêngava cîhanî ya banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kiriye.”

Meclisan bang li gelê Kurd, rêxistina mafên mirovan û tevahî hêzên parêzvanên demokrasiyê û mafên mirovan kir li qadên navneteweyî bi erka xwe rabin û têkoşîna demokratîk a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin.

Hemû daxuyanî bi diruşmeyên şermezarkirina tecrîdê û daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bûn.

(fr/c)

ANHA