Çalakiya greva birçîbûnê di roja 11’an de berdewame

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger a Girtiyên Azadiyê ku di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurdistanê re çareseriya siyasî’ de hatî despêkirin di roja 11’an de berdewame.

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 11’an de berdewame
7 kanûn, 2023   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger a li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurdistanê re çareseriya siyasî’ de hatî despêkirin di roja 11’an de berdewame.

Çalakiyên greva birçîbûnê ya di 27’ê Mijdarê de ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku 33 mehin ti agahî jê nayê girtin de tên domandin, dê heta 15’ê Sibata 2024’an bi awayekî dorveger dewam bikin.

LI DU BAJARAN NOBEDA EDALETÊ

ji bo piştevaniya bi girtiyên dikevin greva birçîbûnê li Wan û Amedê TUAY-DER’ê dest bi nobedên edaletê kir.

Hêjayî gotinêye ku ji 25’ê Adara sala 2021’an ve ango 33 meh zêdetir bi ti awayî agahî ji Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Tevî ku heftiyê du caran malbat û parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan dikin jî lê bi hincetên cuda yên weke ‘cezayê disiplînê’ tê astengkirin.