Biryara darvekirina şervanekî HPG`ê hate şermezakririn

Rêxistin û tevgerên jinan biryara dadgeriya dewleta Îranê ya darvekirina şervanê HPG`ê Edhem Ozdemir, bi daxuyaniyên cuda şermezar kir.

Biryara darvekirina şervanekî HPG`ê hate şermezakririn
Biryara darvekirina şervanekî HPG`ê hate şermezakririn
Biryara darvekirina şervanekî HPG`ê hate şermezakririn
Biryara darvekirina şervanekî HPG`ê hate şermezakririn
Biryara darvekirina şervanekî HPG`ê hate şermezakririn
Biryara darvekirina şervanekî HPG`ê hate şermezakririn
29 gulan, 2024   16:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Bilind a dewleta Îranê biryara darvekirina şervanê Hêzên Parastina Gel (HPG) Edhem Ozdemir ê ji Bakurê Kurdistanê erê kir. "Dadgeha Şoreşgerî" sala 2022`yan ev biryar dabû.

Rêxistinên jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê ev biryar bi daxuyaniyan şermezar kir.

HELEB

Endama Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Remziye Salih Îbrahîm bi navê Dayikên Aştiyê li Helebê daxuyanî xwend.

Bi dehan endamên saziyên sivîl, partî, meclis û komînên bajêr li Qada Şehîd Ebû Şiyar a li taxa Seken Şebabî kom bûn.

Di daxuyaniyê de biryara dadgehê hate şermezarkirin û soz hate dayîn ku li ser şopa şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan berxwedanê berdewam bikin.

ŞEHBA

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê Gulê Mihemed û endama Nivîsgeha Jinan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê Urûbe Ebid li pêşiya navenda Kongra Star a li Til Sûsinê daxuyanî xwend. Endamên Kongra Star tev li çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî û civata navneteweyî hate kirin ku fişarê li hikumeta Îranê bikin ji bo ku biryarên wiha yên li dijî hiqûqê û ciwanên Kurd rawestîne. Her wiha bang li gelê Kurd û rêxisitnên mirovî hate kirin ku têkoşîna li dijî van pergalan mezin bikin.

KANTONA CIZÎRÊ

Kongra Star a Hesekê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê têkildarî mijarê daxuyaniyeke hevbeş da. Endama Rêveberiya Kongra Star a Hesekê Mîdye El Elî daxuyanî li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan xwend. Malbatên şehîdan û endamên Kongra Star tev li çalakiyê bûn. Her wiha li Qamişloyê jî, hevseroka Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Minîce Heyder daxuyanî xwend. Dayikên Aştiyê, dayikên şehîdan û gerîla li Goristana Şehîd Delîl Saroxan kom bûn.

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Îranê û biryarên wê hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku gerîla parêzvanên Kurdistanê ne û hêzên tarî yên DAIŞ`ê têk birin û di wê oxirê de bi hezaran şehîdan dan.

Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd û rêxistinên jinan hate kirin ku têkoşîna şoreşgerî mezin bikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihandibû ku gerîlayê HPG`ê Ehdem Ozdemîr di girtîgeha Urmiyê de girtî ye û dadgehê biryara darvekirinê ya li wî hatibû birîn, erê kir.

Şervan Rêgeş (Edhem Ozdemîr) sala 1977`an li bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Sala 2014`an tev li HPG`ê bûye û 23`yê Gulana 2019`an di şerê li gel Pasdarên Îranê yê li herêma Berde Sebê ya Qeleniyê de dîl hatiye girtin.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, di 2023`yan de, Îran di rêza 5`an a wan dewletan de bû ku herî zêde mirovan darve dikin. Sala borî 853 kes darve kiribûn.

(şx)

ANHA