Li Minbicê xwînerên serkeftî hatin xelatkirin

Bi dirûşma "Ji bo xwînerê herî ciyawaz" Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Minbicê hin xwînerên serkeftî di nava salê de li pirtûkxaneya Mihemed Menla Xizêl xelat kirin.

29 gulan, 2024   16:57
MINBIC

Bi dirûşma "Ji bo xwînerê herî ciyawaz", Detseya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Minbicê hin xwînerên serkeftî xelat kirin. Xwîneran di sala xwendinê ya çûyî de pirtûk standinbûn û xwendibûn û li gorî wê hatin xelatkirin. Xelatkirin li pirtûkxaneya Mihemed Menla Xizêl a navenda bajêr û bi beşdariya rewşenbîr û nivîskarên kantonê bi rê ve çû.

Di serî de hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a kantonê Ehmed El Yûsif bal kişand ser pêşketina çandî û rewşenbîrî ya li Minbicê tevî ku gelek caran êriş li dijî wê hatin pêkanîn û got: "Erkê Desteya Çand û Hunerê xwîneran xelat bike û wan teşwîqî xwendinê bike."

El Yûsif diyar kir kir ku bajarê Minbicê ji berê de çavkaniya helbestvan û wêjevanan e û ew ê xwîneran teşwîq bike û piştgiriyê bidimîne.

Piştre xwînerên herî ciyawaz ên pirtûkxaneyê Bana Hesen, Mihemed Ebdulletîf û Yehya Ebdo hatin xelatkirin.

(mh)

ANHA