Rêvebera Mala Jinan: Pêdiviya jinan bi Mala Jinan heye

Rêvebera Mala Jinan a Qamişloyê Nafya Eshed diyar kir ku Mala Jinan karê xwe dimeşîne û got “Îro hikumeta veguhêz hatiye lê mafên jinan nedane. Heke em jî dest ji mafên jinan berdin ma dê kê xwedî lê derkeve? Pêwîstiya jinan bi Mala Jinan û birêxistinbûna jinan heye.”

Rêvebera Mala Jinan: Pêdiviya jinan bi Mala Jinan heye
10 cotmeh, 2026   05:55
QAMIŞLO
BERÎTAN ÎRLAN

Piştî Peymana 29’ê Çileyê (2026) û xebatên entegrasyonê di navbera hikumeta veguhêz a Şamê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, nîqaşên li ser xebatên jinan û Mala Jinan a li herêmê tên kirin. Hinek alî bi zanebûn di nava civakê de belav dikin ku Mala Jin (ku bûye cihê çareseriya astengiyên li hemberî civakê û çareseriya pirsgirêkên civakî) ji ber entegrasyonê xebatên xwe rawestandine. 

Me serdana Mala Jinan a li Qamişloyê kir û bi yek ji rêveberên Mala Jinan Nafya Eshed re hevpeyvînek kir.

‘XEBATÊN ME DIDOMIN’

Nafya Eshed diyar kir ku Mala Jinan xebatên xwe bê rawestan didomîne û wiha axivî: “Van deman gelek kes pirs dikin gelo xebatên we didomin? Erê xebatên me rojekê jî ranewestiyane. Em nikarin rojekê jî jinê bihêlin bi tenê. Eger em îro jinan neparêzin dê kî wan biparêzin? Em bi jin û mêran re alîkar in. Îro hikumeta demkî hatiye mafên jinan nedane, eger em jî dest ji mafên jinan berdin ma dê kê xwedî li mafên jinan derkeve. Pêwîstiya jinan bi Mala Jinan û birêxistinbûna jinan heye.”

Nafya Eshed dibêje ku têkiliyên wan bi dadgehê û hêzên hundirîn re heye û bi hev re karê xwe dimeşînin.

‘HIKUMETA DEMKÎ NÎVÊ CIVAKÊ RED DIKE’

Nafya Eshed da zanîn ku di zagonên hikumeta veguhêz de mafên jinan tune ne û wiha domand: “Jinên tên gel me dibêjin zarokên me şehîd ketine ji bo mafên jinan, ji bo gelê me bi aramî bijî, zilm li wan neyê. Niha hikumeta demkî hatiye nîvê civakê red dike. Em vê napejirînin. Bi hezaran jinên me ji bo mafên jinan şehîd ketine. Me kedeke mezin daye. Hikumetek ku zarokên me ji avahiyan diavêje û li ber çavê dayikan zarokên wan qetil dike, em ê çiyê vê hikumetê qebûl bikin? Dema mafnê jinan bipejirînin ser çavan, lê heta mafên me mîsoger bibin, em ê li kolanan bin.”

Nafyayê kiryarên hikumeta veguhêz ên li Reqayê bi bîr xistin û wiha got: “Dema ketin Reqayê mohra Mala Jinan qetandin û gotin aha ji we re mafên jinan. Bila jin bizanin mafên wan hatine qetandin.”

ANHA