Bi sedan nexweş ji xizmeta tenduristiyê bêpar hiştin

Navenda tenduristiyê ya bajarê Qamişlo ku bûbû hedefa balafirên dewleta Tirk hate girtin û ji xizmetê derket.

Bi sedan nexweş ji xizmeta tenduristiyê bêpar hiştin
Bi sedan nexweş ji xizmeta tenduristiyê bêpar hiştin
Bi sedan nexweş ji xizmeta tenduristiyê bêpar hiştin
Bi sedan nexweş ji xizmeta tenduristiyê bêpar hiştin
Bi sedan nexweş ji xizmeta tenduristiyê bêpar hiştin
24 cotmeh, 2024   18:25
QAMIŞLO
CÎHAN BÎLGÎN / SILAVA EBDIREHMAN

Dewleta Tirk a dagirker ji şeva 23`yê Cotmehê (2024) bi balafirên keşfê yên biçek Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber bombebaran dike. 

Di êrişên hewayî de navendên xizmetgûzarî, navendên hêzên ewlekariyê, bendên kontrolê, malên welatiyan û navendên tenduristiyê hatin armancgirtin.   

Yek ji navenda tenduristiye hate hedefgirtin a bajarê Qamişlo bû. Navenda Xelîc a Tenduristiyê li taxa Hilko ye ku 24`ê Cotmehê (2024) di 00:56`an bi balafira keşfê ya biçek hate bombebarankirin. Derdora navenda tenduristiyê zererên madî girtiye. Deriyê pişt, paçên navendê şikestine û dîwarên wê deristîne.

Di vê navendê de klînêkên zarokan, nexweşiyên jinan, diranan, hundirîn û dermanxane di nav xizmetê de bûn.

Rojane bi sedan nexweşên bajarê Qamişlo, gundewarên Qamişlo, bajar û gundewarên Til Hemîsê xwe li vê navendê derman dikirin.

Li gorî agahiyên me ji rayaderên Navenda Tenduristiyê ya Xelîç wergirtine di encama êrişa dewleta Tirk de navend hatiye girtin.

Bi sedan nexweş ji xizmeta tenduristiyê bê par hatin hiştin.

(fr)

ANHA