Dagirker gundên Minbicê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de bi çekên giran gundên kantona Minbicê topbaran dikin.

Dagirker gundên Minbicê topbaran dikin
24 cotmeh, 2024   18:46
NAVENDA NÛÇEYAN

 Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Dendeniyê, Ereb Hesen, Ewn Dadat, Toxar, Mişrefet Biwêr û Seyade yên li bakurê rojavayê kantona Minbicê topbaran dikin.

Hemwextî tobparanên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi 30 guleyên hawan û obîsan gundên Qirtwêran, Kawilkî û Hote ji baregeha gundê Zerzor ve hatin topbarankirin.

(fr)