Bi sedan nexweş ji pêdiviya diyalîz û oksîjenê bêpar hiştin

Li Kantona Cizîrê zêdetirî 2 milyon û nîv însan jiyan dikin. Pêdiviya nexweşên diyalîzê tenê li 2 navendan tê pêşwazîkirin. Pêdiviya tûpên oksîjenê yên tevahiya nexweşxaneyên kantonê jî tenê ji yek navendê dihat pêşwazîkirin. Ev herdu navend jî, di encama êrîşên dagirkeriya Tirk de ji xizmetê derketin.

Bi sedan nexweş ji pêdiviya diyalîz û oksîjenê bêpar hiştin
Bi sedan nexweş ji pêdiviya diyalîz û oksîjenê bêpar hiştin
Bi sedan nexweş ji pêdiviya diyalîz û oksîjenê bêpar hiştin
Bi sedan nexweş ji pêdiviya diyalîz û oksîjenê bêpar hiştin
Bi sedan nexweş ji pêdiviya diyalîz û oksîjenê bêpar hiştin
Bi sedan nexweş ji pêdiviya diyalîz û oksîjenê bêpar hiştin
Bi sedan nexweş ji pêdiviya diyalîz û oksîjenê bêpar hiştin
Bi sedan nexweş ji pêdiviya diyalîz û oksîjenê bêpar hiştin
Bi sedan nexweş ji pêdiviya diyalîz û oksîjenê bêpar hiştin
27 kanûn, 2023   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN - EHMED SEMÎR

Di 25`ê Kanûnê de (2023) derdora saet 19:00`an de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên keşfê yên biçek Navenda Diyalîzê û Navenda Oksîjênê yên li bajarê Qamişlo bombebaran kirin. Di encama êrişê de herdu navend ji xizmetê derketine. Ev her du navend xizmeta zêdetirî 2 mîlyon û nîv welatiyan û nexweşxaneyên li kantona Cizîrê dikir. 

Li Kantona Cizîrê du navendên diyalîzê hene, yek ji wan li taxa Alaya ya girêdayî bajarê Qamişloyê ye. Ev navend di sala 2021`an de hatiye avakirin. 6 cîhazên diyalîzê li navendê hebûn û 24 xebatkarên tenduristiye tê de dixebitîn. 70 nexweşên domdar li vir tedawî didîtin. Ji bilî wan jî gelek nexweş diçûn. Lê navend di encama êrişên dewleta Tirk ya 25`ê Kanûnê de bi temamî ji xizmetê derketiye.

Navenda Oksîjenê jî di hewşa Navenda Diyalîzê de ye. Beriya dû mehan hatibû avakirin û li Kantona Cizîrê tekane navenda oksîjênê bû. Ji bo hemû nexweşxane û navendên tendûristiyê tupên oksîjênê tije û belav dikirin. 8 xebatkarên tendûristiyê yên vê navendê rojê 250 tupên oksijênê tije dikirin. Di hedefgirtina dewleta Tirk de ev navend jî bi temamî hilweşiya ye.

Li herdu navendên me şopandin hilweşandin û zirara mezin tê dîtin. Di dîmenan de jî xûya dike ku Navenda Oksîjênê bi temamî hilweşiya ye, hemû tupên oksîjênê û cîhazên tenduristiyê xirab bûne. Her wiha Navenda Diyalîzê jî gelek zirar dîtiye.

70 NEXWEŞ BI METIRSIYÊ RE RÛ BI RÛ HIŞTIN

Derbarê êrişên ser her du navendan de yek ji rêveberên Navenda Dîyalîzê Rafa Abbas ji ajansa me re axivî. Abbas got: “Navenda me heya saet 22:00`an vekirî dima. Lê ji ber êrişan û tevgera balafiran beriya êrişan bi nîv saetê me girtibû. Başe ku tu hevalên me li navendê nebûn. Herî zêde Navenda Oksîjenê hilweşiya ye. Li Navenda Diyalîzê jî zerarên madî çêbûne. Pirsgirêkeka gelekî mezin ji nexweşan re çêbû. 70 nexweşên sabît ji Dirbesiyê, Amûdê, Til Hemîs, Tirbespiyê dihatin vir. Hinek ji wan hefteyê 2-3 caran gurcikên xwe paqij dikin. Bi zanebûn ev navend hatin hedefgirtin û ji xizmetê derketin.”

ANHA