Bi rêbazên kevneşop bi mêşvaniyê debara xwe dike

Tevî kêmbûna karê mêşvaniyê li bajarê Til Birakê ji ber kêmbûna derfeta, kêmbûna cihên çêreyê, û nebûna piştevaniyê, Xelef El Şiliş bi rêbazên kevneşop û teknîkên xwecihî mêşên hingiv tîmar dike.

Bi rêbazên kevneşop bi mêşvaniyê debara xwe dike
3 nîsan, 2025   07:15
HESEKÊ
AMIR EL EZAWÎ

Nêzîkî deh sal berê Xelef El Şiliş, ku niha 54 salî ye, dest bi hilbirîna hingiv kiriye. Di destpêkê de derfetên wî kêm bûn û kwarên kevneşopî yên ku wî xwe bi destên xwe çêkiribûn bi kar tanîn. Bi saya vîn û daxwaza xwe karîbû hêdî hêdî karê xwe bi pêş bixe û niha 20 kiwarên wî yên mêşên hingiv ene.

Li gorî El Şiliş yek ji kêşeyên herî girîng ên ku wî di van salên dawî de pê re rû bi rû maye, nebûna mêrg û cihê çêreyê li herêmê bû ku carê mêşên wî lê biçêrin, ji ber li hrêmê cihên bi şînkayî an qadên çandiniyê yên bi kêrî mêşvaniyê tên têrê nakin.

Ji bo çareserkirina vê kêşeyê E, Şiliş li baxçeyê mala xwe hin cureyên kulîlk û daran çandin, da ku xwarina guncaw ji mêşên hingiv re peyda bike, wek kulîkên berberojê.

HÊVÎ Û ARMANCÊN WÎ YÊN SBEROJÊ

Tevî serkeftina wî di karê mêşvaniya kevneşopî de, El Şiliş dixwaze karsaziya xwe pêş bixe û hilbirîna xwe zêde bike. Der barê mijarê El Şiliş dibêje, "Ez dixwazim li şûna yên kevneşopî yên ku bi xwe çêdikim, kiwarên nûjen bi kar bînim. Ev kiwanên nûjen jîngeheke saxlemtir ji mêşên hingiv  re peyda dikin û dibin alîkar ku hilberîna hingivî zêde bibe. Lê pirsgirêk ew e ku lêçûna hilbirîna hingivên nûjen zêde ye, û ez niha nikarim barê wê lêçûnê rakim. "

BANGA PIŞTIRIYÊ

Xelef El Şeleş di dawiya axaftinên xwe de bang li rayedarên pêwendîdar kir ku piştgiriya pêwîst bidin kesên ku karê mêşvaniyê dikin, ji wan re alavên pêwîst û rahênanên teknîkî peyda bkin. El Şiliş got, "Eger ev sektor bê piştgirîkirin, dê bibe alîkar ku hilberîna hingiv a herêmî baştir bibe û ne tenê karsazên mêşvaniyê, dê tevahiya aboriya herêmê sûd werdigire."

(k)

ANHA