Mahmoud Habîb: QSD`ê stûna bingehîn a artêşa Sûriyeyê ya siberojê ye

Mehmûd Hebîb tekez kir ku QSD’ê stûna bingehîn a artêşa Sûriyeyê ya siberojê ye, ji ber ku ew xwediyê ezmûneke berfereh a parastina yekitiya xaka Sûriyeyê li hember dagîrkeriyê ye.

Mahmoud Habîb: QSD`ê stûna bingehîn a artêşa Sûriyeyê ya siberojê ye
3 nîsan, 2025   03:45
TEBQA

Berdevkê Hêzên El Şimal El Dîmokratî, Mehmûd Hebîb têkildarî destwerdana Tirkiyê di karûbarên Sûriyeyê de û hewlên wê yên ji bo dagirkirina Sûriyeyê, têkbirina tevgera şoreşgerî û piştgiriya komên çete, ji ajansa me re axivî.

Di 30’ê Gulana 2017’an de Tirkiyeyê komên çete yên rasterast û eşkere girêdayî wê ava kir. Hewleke mezin da ku ciwanên Sûriyeyê bixapîne ûwan bike çete û kujer. Van koman navên ku girêdana wan bi dewleta Tirk û projeya wê ya Osmanî re piştrast dikir li xwe kirin, mîna çeteyên "Sultan Silêman Şah", "Sultan Murad" û "Sultan Melek Şah". Piraniya wan di lîsteyên terorê yên navneteweyî de cih girtin.

Mehmûd Hebîb diyar kir "Artêşa Niştimanî" li şûna hêzên şoreşger ên ku ji destpêka sala 2013'an heta destpêka sala 2015'an hatin hilweşandin, ava bû. Hebîb wiha pêde çû:  "Di wê pêvajoyê de bi dehan komên şoreşger hatin tunekirin, ji ber ku nexwestin di bin çavdêriya îstîxbaratên Tirk de kar bikin , ne jî tevlî komên çekdar ên îslamî yên weke Ehrar El Şam bibin, lewm ew kom hatin tunekirin û kuştin.

Hebîb di berdewamiya axaftina xwe de got, "Îstixbarata Tirk gelek tişt kirin da ku sûriyeyiyan bikişîne nava karên çetetiyê. Ew perwerde kirin mûçey dan wan ji bo çend mehan, paşê ew bi navê Artêşa Niştimanî. Artêşa Niştimanî ser hin armancên sereke û diyar hate avakirin, lê ev yek dirêj kir, ji ber ku hin serkirde erkdar kirin, ew xapandin û berê wan an şerê Cerablûs, Bab û Efrînê, her wiha berê wan dan şerên li derveyî Sûriyeyê. "

Mehmûd Hebîb bal kişand ser bûyerên bi êş ên li beravên Sûriyeyê û got, "Kiryarên çeteyan ên li beravê bandoreke neyînî li wan kir, ji ber ku sûc bi sûcê nayê çareserkirin." Her wiha tekez kir ku divê hemû şer û pevçûnan li Sûriyeyê rawestin û ber bi pêvajoya veguhêz ve herin.

Her wiha bal kişand ser sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk û desthilata Şamê di 10’ê Adarê de li hev kirin û diyar kir ku çeteyeyan dest ji komkujiyan nernedan, ji ber ku li gorî fermanên dagirkeriya Tirk tevdigerin.

Mehmûd Hebîb destnîşan kir ku aloziya li Sûriyeyê û belavbûna komên çete û tundrew, rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) radixe ber çavan, ku ji destpêka damezrandina xwe di sala 2015’an ve heta niha bi çeteyên dagirkeriya Tirk re şev dike û bi berdewamî gelê Sûriyeyê diparêze. Ev yek jî hêviyek mezin çêdike, nemaze piştî rêkeftina di navbera QSDê û desthilatên Şamê de ji bo avakirina artêşeke Sûriyeyê ku QSD`ê binyada wê be, ji ber QSD`ê xwedî dîrokeke dirêj e di şerê li dijî terorê de û cudahî naxe bi navbera gelên Sûriyeyê.

Herwiha tekez kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk heta îro şerê ti Sûriyeyiyan nekiriye. Ew li ser prensîba parastina xak û gelê xwe bi regeza xweparastina rewa hatiye avakirin, berovajî hêzên din ên leşkerî ku gelek êriş û sûc kirine.

(k)

ANHA