‛Em vîna xwe ji Rêbertî digirin’

Şêniyên kantona Cizîrê destnîşan kirin ku ew vîna xwe ji Rêber Abdullah Ocalan digirin û fikrên wî ji bo birêxistinkirina karên xwe yên rojane esas digirin.

‛Em vîna xwe ji Rêbertî digirin’
3 nîsan, 2025   02:35
QAMIŞLO
KELSÛM ELÎ

Şêniyên bajarê Dêrikê yên Kantona Cizîrê bal kişandin ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku rêgezên jiyana hevpar a aştiyane, biratiya gelan û demokrasiyê ji gelan re ava kiriye.

Şêniyê ji bajarê Dêrikê Elî Ehmed destnîşan kir ku komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan ku zêdeyî 26 sal in dewam dike, hê jî didome. Elî bal kişand ser girîngiya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Elî Ehmed anî ziman ku divê her kes di vê qonaxê de erka xwe bi cih bîne û got, "Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, divê her kes erka xwe bi cih bîne. Rêbertî ji bo hemû gelan, ji bo pêkanîna azadî, demokrasî, edalet, aştiyê têkoşiya. Divê hemû gel di vê qonaxê de erka xwe bi cih bînin. "

Şêniya bi navê Zelîxa Mihemed daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û destnîşan kir ku îdeolojiya Rêbertî rê li ber jinan vekiriye ku bigihêjin azadiya xwe.

Şêniyê bi navê Ridwan Omer tekez kir ku ew vîna xwe ji Rêber Abdullah Ocalan digirin û ramanên wî ji bo birêxistinkirina karûbarên xwe yên rojane dikin bingeh.

(k)

ANHA