‘Heta rêberê me di tecrîdeke mutleq de be em bê deng namînin’

Şêniyên Kobanê diyar kir ku ew deyndarên Rêber Abdullah Ocalan in û bi dayîna îmzeyên xwe û çalakiyan dê li dijî tecrîdê tê bikoşin û got "Heta rêberê me di tecrîdeke mutleq de be em bê deng namînin."

‘Heta rêberê me di tecrîdeke mutleq de be em bê deng namînin’
29 sibat, 2024   02:36
KOBANÊ

Komkirina îmzeyan li Kobanê berdewam dike. Bi sedan komîte bi dilxwazî bê navber kar dikin û hewl didin îmzeyên tevahî beşên civakê kom bikin. Şênî jî bi coş û dilxwazî îmzeyên xwe didin.

Şêniya bi navê Emîne Yasîn a bi dilxwazî di komîteyên komkirina îmzeyan de cih girtiye, got ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ew amade ye her tiştî bike û diyar kir ku komkirina îmzeyan, beşeke bi hezaran çalakiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û cîhanê ye.

Şêniya bi navê Fatme Mihemed Îsa ya ji taxa Botan Xerbî ya li rojavayê Kobanê îmzeya xwe da û got: "Ji ber bêdengiya aliyên hiqûqî yên têkildar li hember tecrîda li ser Rêberê me, min îmzeya xwe da. Madem Rêberê me di tecrîdeke mutleq de ye, em bê deng namînin. Bila cîhan tev de bizane ku em xwedî fikrên ocalanî ne û dê vî fikrî bi cîhanê tev de bidin nasandin. Ev bersiva me li hember tecrîdê ye."

Şêniyê bi navê Hecî Gulagasî jî wiha axivî: "Bi meşandina têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û belavkirina fkrê wî, em beşeke biçûk a deynê Rêberê xwe vedigerînin. Wî emrê xwe kir oxira azadiya civakan. Bê Serok û fikrên wî azadî nabe."

Şêniya bi navê Cîhan Bozan jî wiha anî ziman: "Bi çareserkirina pirsgirêka Kurd, gelek pirsgirêk çareser dibin. Ev fikra Rêber Abdullah Ocalan e. Ji ber wê divê em piştgiriy aştiyê bikin, bi azadî li rex gelên din bijîn. Jêdera vê ramanê Rêberê me ye ji ber wê em bang li civakan dikin ku berpirsyariyên xwe li hember sûcên li dijî wî tên kirin bînin cih."

(şx)

ANHA