Bi navê ˊcejnêˊ pereyan li welatiyan ferz dikin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li deverên dagirkirî yên Sûriyeyê bi navê ˊcejnêˊ pereyan li welatiyan ferz dikin û sûcên xwe yên li wan deveran didomînin.

Bi navê ˊcejnêˊ pereyan li welatiyan ferz dikin
7 nîsan, 2024   16:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li deverên dagirkirî yên Sûriyeyê bi zora çekê bi navê ˊcejnêˊ hemwextî nêzîkbûna cejna Remezanê pereyan ji welatiyan distînin.

SOHR'ê diyar kir ku çeteyên "Ehrar El Şerqiyê" ji dikanên bazirganiyê 500 lîreyên Tirk pere distînin. Çeteyên "Sultan Murad" jî 3 hezar lîreyên Tirk pereyên mehane ji xwediyên kişkan distînin.

Girêdayî wê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dest danîn ser mal û milkên welatiyan û darên welatiyên efrînî dibirin.

Li gundên navçeyên Cindirêsê û Şera yên Efrîna dagirkirî çeteyên "Artêşa Nîştimanî" 230 darên zeytûnê birîn.

Di Sibata borî de rêxistina Humen Rights Watch (HRW) dewleta Tirk a dagirker li hember binpêkirin û sûcên şer ên li Sûriyeyê ku piraniya wan li dijî niştecihên Kurd ên bakurê Sûriyeyê hatin pêkanîn, berpirs nîşan da.

Rêxistinê bi raporeke 74 rûpelan ku xwe spartiye hevpeyivînên bi 58 qurbanî, şahid, nûnerên rêxistinên serbixwe, lêkoler, çalakvan û rojnamevanan re, diyar kir ku ev sûc ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine pêkanîn.

Di raporê de hat destnîşankirin ku Tirkiye "hêzeke dagirker" li bakurê Sûriyeyê, ji ber wê jî ew berpirs e ku ewlehî û aramiya giştî pêk bîne, şêniyan biparêze û hesabê ji sûcdaran bixwaze.

(mh)