Partiyên siyasî dê ji bo Rêber Abdullah Ocalan hewldanên dîplomatîk bimeşînin

Di hevdîtinên Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê yên bi partiyên Kurd, Ereb û Asûrî-Suryanî re de, nêrînên ku partî li hundir û derveyî herêmê xebatên dîplomatîk bimeşînin derketin.

Partiyên siyasî dê ji bo Rêber Abdullah Ocalan hewldanên dîplomatîk bimeşînin
29 gulan, 2024   02:35
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ku ji 10`ê Cotmeha 2023`an bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hatibû destpêkirin de, 14`ê Gulanê (2024) dest bi serdana partiyên siyasî yên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribû.

Di çarçoveya plansaziya ku heta 26’ê Gulanê dom kir de 33 partiyên Kurd, Ereb, Suryan û Asûrî hatin ziyaretkirin. Di serdanan de înîsiyatîfê derbarê têkoşîna dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de agahdarî kirin û xwest ku helwesta partiyan jî fêr bibe.

Di hevdîtinan de nûnerên partiyan jî diyar kirin ku ji bo belavkirina fikra Rêber Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî, di asta dîplomatîk û ragihandindê xebatan dimeşînin. 

‘PEYAMÊN HÊJA BÛN’

Berdevkê ÎnÎsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzur derbarê serdanên partiyan, naveroka hevdîtinan û encamên derketine holê de ji ANHA`yê re axivî. Ferzende Munzur da zanîn ku partiyên siyasî xebatên ji bo Rêber Abdullah Ocalan wekî erkek xwe dibînin û wiha got: “Li hemberî Rêber Abdullah Ocalan dilsoz in; hinek rêveberên wan hevaltî û dostanî bi Rêber Apo re kirine. Tişta me dît ew bû ku guhdarkirin, helwest û peyamên wan pir hêja bûn.”

PÊŞINYARÊN KU DERKETINE

Ferzende Munzur anî ziman ku di hevdîtinan gelek pêşniyar û xebatên ku partiyan gotine ew ê pêk bînin jî derketine û ev pêşniyar û xebatên dê bên meşandin wiha rêz kirin:

- Divê ji bo gihandina banga azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi hêzên cîhanî re her partiyek ji aliyê xwe ve di nava têkiliyan de be.

-Partiyên Ereban wê di asta Rojhilata Navîn de ji bo Rêber Abdullah Ocalan bi rayedarên welatan, kesayet û parlemanteran re xebatan pêş bixin.

-Partiyên Suryan û Asûr jî wê bi derdorên ji derveyî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê re têkiliyan pêş bixin da ku bi rêya wan daxwazên gelan ên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bigîhînin.

(a)

ANHA