Bi dehan malbat di kampa Serêkaniyê de hatin bicihkirin

Bi dehan malbatên ji Lubnanê hatine, li kampa Serêkaniyê hatin bicihkirin. Rêxistinên di nava kampê de qebûl nakin alîkariyê ji wan re pêşkêş bikin.

Bi dehan malbat di kampa Serêkaniyê de hatin bicihkirin
Bi dehan malbat di kampa Serêkaniyê de hatin bicihkirin
Bi dehan malbat di kampa Serêkaniyê de hatin bicihkirin
5 cotmeh 2024   14:35
HESEKÊ

Di çend rojên dawîn de 16 malbatên ji Lubnanê reviyane û bi eslê xwe ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî ne, di kampa Serêkaniyê de hatin bicihkirin.

Hevseroka kampê Selwa Ehmed bi rêya telefonê ji ajansa me re axivî û got: "Ji bo pêşwazîkirina malbatên ji Lubnanê direvin, me kamp hinekî fireh kir. 16 malbatên di dibistanên Hesekê de bûn, li kampê hatin bicihkirin, kon û alîkarî li wan hate belavkirin."

Selwa wiha domand: "Bi dehan penaberên nû hatin kampê. Em nikarin cihekî ji wan re peyda bikin, ji ber ku rûbera kampê biçûk e û têra vegirtina konên din nake. Rêxistinên li vir dixebitin jî, qebûl nekirin alîkariyê pêşkêş bikin."

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me wergirtine, Rêveberiya Xweser bang kir ku heke xizmên wan li herêmê tune bin penaber biçin kampa Erîşe û Newrozê.

Li gorî daneyên dawîn ên ku maseya krîzê ya Rêveberiya Xweser ji destpêka êrişa Îsraîlê li dijî Başûrê Lubnanê ve, 16 hezar û 243 sûriyeyî û lubnanî derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne.

Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Lubnanê û Weqfa Newroz a Çandî û Civakî rojane vegera sûriyeyiyên ku dixwazin vegerin herêmê, hêsan dikin.

Nûnertiyê destnîşan kir ku ji bo vegera penaberan, ew kar û xebatên lojîstîk û îdarî hêsan dikin û desteka pêwîst bi rêya saziyên Rêveberiya Xweser ên li herêmê peyda dikin.

Di encama şerê Îsraîl û Hizbullahê de bi deh hezaran sûriyeyiyên ji bo kar an jî di destpêka aloziya Sûriyeyê de çûne Lubnanê, vedigerin welatê xwe.

Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Lubnanê ji bo meşandina kar û barên penaberên sûriyeyî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re 24`ê Îlonê komîteyek ava kir.

(şx)

ANHA