Şehîd Maşûq Mihemed hat oxirkirin

Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Maşûq Serbaz Mihemed bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê hat oxirkirin.

Şehîd Maşûq Mihemed hat oxirkirin
Şehîd Maşûq Mihemed hat oxirkirin
Şehîd Maşûq Mihemed hat oxirkirin
Şehîd Maşûq Mihemed hat oxirkirin
Şehîd Maşûq Mihemed hat oxirkirin
Şehîd Maşûq Mihemed hat oxirkirin
Şehîd Maşûq Mihemed hat oxirkirin
5 cotmeh 2024   14:50
QAMIŞLO

Ji bo şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Maşûq Serbaz Mihemed ê ku 3’yê Cotmehê dema erka xwe bi cih dianî li kantona Dêrazorê şehîd bûbû, merasîma oxirkirinê hat lidarxistin.

Şêniyên bajar û gundewarên Qamişloyê beşdarî merasîmê oxirkirina şehîd Maşûq bûn ku li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan hat lidarxistin.

Di merasîmê de piştî deqeya rêzgirtinê, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Xalid Etê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: "Di serî de dewleta Tirk a dagirker, dijmin bi hemû hêza xwe hewl dide projeya me têk bibe. Lê bi hezaran şervanên mîna şehîd Maşûq ji bo parastina herêmê û têkbirina van hewldanan têkoşînê dikin."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Nezîr Sofî jî diyar kir ku dewletên serdest lîstokên nû li Rojhilata Navîn dikin û got: "Divê em ji van lîstokan şiyar bikin û xeyalên şehîdan pêk bînin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" hat veşartin.

(bb)

ANHA