Bi daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşên girseyî li dar dikevin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî, dê meşên girseyî li dar bikevin.

Bi daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşên girseyî li dar dikevin
21 hezîran, 2024   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî ya di çarçoveya pêngava ˊJi Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserîˊ de li kanton, bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşên girseyî tên lidarxistin.

Li Hesekê meş ji Çerxerêya Sînalko, roja yekşemê (23ˊyê Hezîranê) saet 09:00ˊan dest pê dike. Şêniyên Til Birak û Til Temirê, kampên Waşûkanî û Telai jî beşdar dibin.

Li Dêrazorê meş ji herêma rojava ya Kîsra ji pêş navenda Meclisa Herêma Rojava, roja yekşemê saet 10:00ˊan dest pê dike.

Li Dêrikê jî 25ˊê Hezîranê meş ji Qada Azadî saet 11:00ˊan li dar dikeve. Şêniyên Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer, gundên Berav, Koçerat û Aliyan dê beşdar bibin.

(fr)

ANHA