Bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyeke werzîşê

Di kernevaleke werzîşê ya jinan ku li Qamişloyê hatiye lidarxistin de 8 tîmên werzîşê di fotbol, goka zembîlê û destan de beşdar bûn.

Bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyeke werzîşê
Bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyeke werzîşê
Bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyeke werzîşê
Bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyeke werzîşê
Bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyeke werzîşê
Bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyeke werzîşê
Bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyeke werzîşê
Bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyeke werzîşê
Bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyeke werzîşê
Bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyeke werzîşê
Bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyeke werzîşê
Bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyeke werzîşê
Bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyeke werzîşê
Bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyeke werzîşê
Bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyeke werzîşê
Bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyeke werzîşê
Bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyeke werzîşê
Bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyeke werzîşê
4 adar, 2024   16:47
QAMIŞLO

Di çarçoveya çalakiyên 8ˊê Adarê de, Nivîsgeha Werzîşê ya Jinan a Meclisa Werzîşê ya kantona Cizîrê û Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) kernevaleke werzîşê ji jinên ciwan re li Qamişloyê li hola meclisa werzîşê li dar xist. Kerneval bi diruşma ˊJin, Jiyan, Azadî serbixe azadîˊ hate organîzekirin.

Di çalakiyên kernevalê de maçên goka zembîlê, destan û fotbolê li ser Yarîgeha Dostana Nerêcê hatin lidarxistin.

Kerneval bi maça goka zembîlê di navbera tîmên Berxwedan û Asayîşê de dest pê kir, Asayîş li hember Berxwedan bi ser ket. Piştre tîma Ixiwe û tîma Serdem maçeke goka destan lîst û Serdem bi ser ket.

Her wiha 4 tîmên fotbolê; Asayîş, Waşûkan, Peyman û Serêkaniyê di 2 maçan de lîstin.

Di dawiyê de komîteya amadekar tîmên serketî xelat kirin. Der barê mijarê de endama rêverber a Ciwanên PYDˊê Sara Hesen jinên lîstikvan bi boneya 8ˊê Adarê pîroz kirin û got: "Li tevahî qadan jin têkoşînekê raber dikin, her wiha roleke pêşeng pêk tînin û di werzîşê de jî pêşeng in. Em soz didin em ê li ser şopa jinên pêşeng bin."

Kerneval bi diruşma ˊJin, Jiyan, Azadîˊ bi dawî bû.

(fr)

 ANHA