Li Minbicê 20 milyon hebên kaptagonê hatin desteserkirin

QSDˊê li kantona Minbicê 20 milyon hebên kaptagonê ku ji Tertûsê ketibûn bajêr desteser kirin.

Li Minbicê 20 milyon hebên kaptagonê hatin desteserkirin
4 adar, 2024   16:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku tîmên wan ên operasyonan li dijî depoyên madeyên hişbirê li Minbicê operasyon pêk anîn û 20 milyon hebên kaptagonê ku ji Tertûsê ketibûn bajêr desteser kirin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Tîmên operasyonên leşkerî yên hêzên me; QSDˊê çarşema borî operasyonek li dijî depoya madeyên hişbirê yên li Minbicê pêk anî.

Piştî hêzên me agahî li ser cihê depokirina madeyên hişbirê wergirtin, operasyon pêk anî. Hêzên me bi ser depoya li nêzî sûka sebzeyan a Minbicê de girt û bi wê re 20 milyon hebên kaptagonê ku xistibûn nava kevirên rêyan ˊenterlokˊ desteser kirin.

Di lêpirsîna hêzên me li ser çavkaniyên madeyên hişbirê de hate aşkerakirin ew heb ji bajarê Tertûsê yê Sûriyeyê hatine bajêr."

(fr)