Bi boneya 1`ê Gulanê karkerên paqijiyê li Eyn Îsayê hatin xelatkirin
Şaredariya Gel a bajarokê Eyn Îsayê karkerên paqijiyê bi boneya Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê xelat kirin.
Şaredariya Gel a bajarokê Eyn Îsayê bi boneya Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê karkerên paqijiyê xelat kirin ên ku tevî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker li dijî bajarokê û gundewarê Girê Spî, karê xwe dikin.
Di merasîma xelatkirinê de, hevseroka Şaredariya Gel a bajarokê Eyn Îsayê Fadye El Şerîf got: "Em îro endezyarên paqijiyê xelat dikin. Ji ber ku ji karê xwe re dilsoz in û ruxmî şert û mercan û êrişên li ser bajarokê, lê dîsa jî karê xwe dikin."
(şx)
ANHA