Balafireke bêmirov li Minbic ket xwarê

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker dema li ser gundê Toxar ê gundewarê Minbicê digeriya, ket xwarê.

Balafireke bêmirov li Minbic ket xwarê
2 gulan, 2024   16:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, dema balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li ser gundê Toxar ê li bakurê kantona Minbicê digeriya, kete xwarê.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, îro bi çekên giran topbaranên xwe li dijî gundên kantona Minbicê zêde kirin, hemwextî wê jî gundewarên kantona Efrîn û Şehba jî hatin topbarankirin.

(fr)