Çete bazarê bi milkên koçberan dikin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bazarê bi mal û milkên şêniyên Efrînê yên ji warên xwe bûne, dikin û hin çeteyan jî agir bi malekê xist.

Çete bazarê bi milkên koçberan dikin
28 tîrmeh 2024   14:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih, kesek ji aliyê çeteyan ve li Efrînê hatiye bicihkirin, li taxa Eşrefiye ya Efrînê 6 malên şêniyê bi navê Ehmed Elî firotin xizmekî xwe. 

Çavkaniyan dane zanîn ku şêniyê bi navê Mehmûd Xelîl Xelîl ê ji gundê Gobekê yê bajarê Mabetayê ku mala wî ji aliyê çeteyan ve hatiye desteserkirin ji bo ku mala xwe li bajarê Efrînê vegerîne 2 hezar dolar daye çeteyan.

Di heman çarçoveyê de, çeteyan agir bi mala şêniyê bi navê Arif Hac Yusif ê ji gundê Mareskê yê bajarê Şerayê. Di encamê de şewat derket û zirarên madî çêbûn û kelûpelên di malê de şewitîn.

(şx)