Beşeke din a sûriyeyan ji Lubnanê vedigere

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Lubnanê beşeke din a sûriyeyên dixwazin vegerin, bi rê kir.

Beşeke din a sûriyeyan ji Lubnanê vedigere
4 cotmeh, 2024   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Lubnanê û Komeleya Çanda Civakî ya Newroz beşeke din a sûriyeyên ku ji ber şerê li Lubnanê dixwazin vegerin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi rê kir.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser kar û barên lojîstîk û îdarî yê kesên dixwazin vegerin hêsan dike û destekê didê. 

Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşwazîkirinê, maseya krîzê ava kiriye û pêwîstiyên wan bi cih tîne.

Li gorî maseya krîzê, tevî lubnaniyan heya niha zêdetirî 11 hezar kes ji Lubnanê hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

(bb)

ANHA