Beşdarên meşa dirêj: Heya azadiyê têkoşîn

xwendekarên meşa dirêj a li Hesekê diyar kirin ku dê heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadên têkoşînê bin.

Beşdarên meşa dirêj: Heya azadiyê têkoşîn
6 cotmeh, 2024   10:00
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê ji bo şermezarkirina pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê duh meşeke dirêj a 13 kîlometreyan ji bajarê Hesekê ber bi Pakrewangeha Şehîd Dijwar li gundê Dawudiyê li dar xistin.

Beşdarên meşa dirêj nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Berdevka Yekitiya Xwendekarên Welatparêz Jînda Ehmed Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi bîr xist ku Rêbertî dema xwendekar bû dest bi rêwîtiya têkoşîna şoreşgerî kir û got: "Weke xwendekar ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah em daketine qadan."

Jînda diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan rihê welatparêziyê yê ku di bedena Kurdan de miribû zindî kir û got, dewletên hegemonîk xwestin di kesayeta Rêbertî de Kurdan tune bikin.

Jînda Ehmed bang li gelê Kurd û xwendekarên Kurd ên li cîhanê kir ku ji bo azdaiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd têkoşînê geş bikin.

Endamê Yekitiya Xwendekarên Welatparêz a Sûriyeyê Ebdulrehman Xelîl got, ew bi vê meşê komploya navneteweyî, pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêbertî tê meşandin şermezar bikin û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bikin.

Xelîl azadiya Rêbertî wekî azadiya Kurdan û tevahî gelên herêmê û gelên bindest pênase kir û ev bang li gelan kir "Divê gelên herêmê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî û pêkanîna aştiyê li herêmê dakevin qadan."

Endama yekitiyê Pêla Hisên destnîşan kir ku meşa wan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e û got: " Ev meş li beramberî keda Rêbertî kêm e. Em dixwazin dengê xwe bighînin cîhanê û bêjin em azadiya fîzîkî ya Rêbertî dixwazin.""

Pêla diyar kir ku tecrîd, pergala îşkence û qirkirinê binpêkirina mafên mirovan e.

Pêla Hisên xwest mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan pêk were û ev peyman da: "Bi saya Rêbertî em îroj bi zimanê xwe yê dayikê diaxivin. Erka me ya wekî xwendekar ji bo azadiya wî ya fîzîkî li qadan bin û têkoşînê geş bikin."

(bb)

ANHA