18 bazirganên madeyên hişbir hatin girtin

Li Dêrazozrê 18 bazirgan û bikarhînerên medayên hişbir hatin girtin.

18 bazirganên madeyên hişbir hatin girtin
18 bazirganên madeyên hişbir hatin girtin
18 bazirganên madeyên hişbir hatin girtin
18 bazirganên madeyên hişbir hatin girtin
18 bazirganên madeyên hişbir hatin girtin
18 bazirganên madeyên hişbir hatin girtin
18 bazirganên madeyên hişbir hatin girtin
18 bazirganên madeyên hişbir hatin girtin
6 cotmeh 2024   10:19
NAVENDA NÛÇEYA

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku 18 bazirgan û bikarhînerên medayên hişbir li gundewarê Dêrazorê hatin zeftkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Hêzên me piştî şopandina tevgerên wan û bidestxistina îsbatên ku madeyên hişbir bi kar tînin û belav dikin, operasyonên bi bandor  pêk anîn. Operasyon li hejmarek  gund û bajarên Dêrazorê an ku li  cihên bazirgan û bikarhînerên madeyên hişbir hatin lidarxistin. Di operasyonan de 18 bazirgan û bikarhînerên madeyên hişbir hatin binçavkirin."

Hate diyarkirin ku miqdareke madeyên hişbir, pere, zêr, çek û telefon ên li gel bazirganan hatin desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihand ku piştî bidawîbûna lêpirsînê, 18 kes sewqî dadgehê hatin kirin.

(bb)