Li herêmên hikumeta Şamê êriş
Li herêma gundewarê rojavayê Dêrazorê ya di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de bi dronekê êriş hat kirin. SOHR’ê ragihand ku depoyeke çekan hatiye hedefkirin.
Hate ragihandinê ku li herêma gundewarê rojavayê Dêrazorê ya di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de dengê çekên giran hate bihîstin.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), dronekê nenas beşa başûr a depoya çekan a ’Eyaş’ a girêdayî milîsên Îranê ya li gundewarê rojavayê Dêrazorê bombebaran kir, piştre ji çekên giran gule hatin avêtin.
Têkildarî cihê hatî hedefkirin û encamên wê agahiyên zelal nehatin parvekirin.
Hate zanîn ku bi dronekê derdora bajarê Bukemal ê rojhilatê bajarê Dêrazorê yê di bin kontrola hêzên Şamê de jî hate hedefkirin.
(bb)