Beşa sêyemîn a mazotê li cotkaran tê belavkirin

Nivîsgeha Çandiniyê ya Rêvebriya Sotemeniyê ya Kantona Reqayê dest bi belavkirina beşa sêyemîn a mazotê ya ji bo çandiniyê kir.

Beşa sêyemîn a mazotê li cotkaran tê belavkirin
6 nîsan, 2025   15:07
REQA

Nivîsgehên Çandiniyê yên Rêveberiya Sotemeniyê yên kantonên Herîma Bakur Rohilatê Sûryiyeyê heta niha du caran mazot ji bo cotkaran belav kirine.

Nivîsgehan dest bi belavkirina beşê sêyem kirin. Rêveberiya Çandinî û Avdaniyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo her donimek erdên girêdayî kooperatîfên çandiniyê 12 lître, ji her donimek ku bi bîran tê avdan 20 lître bi nirxê hezar û 350 lîreyên Sûriyeyê destnîşan kir.

Rêveberê Nivîsîngeha Çandiniyê li Rêveberiya Sotemeniyê ya Reqayê Mehmûd El Mihbaş der barê mijarê got: "Îro 6 ê Nîsanê me dest bi belavkirina beşa sêyemîn kir. Belavkirin li gorî karta lîzerê hate kirin. "

Li gorî El Mihbaş, ji bo her beşekê 6.5 milyon lître mazot ji bo cotkarên kantona Reqayê hatiye veqetandin.

(k)