Hêzên rejîma Îranê îşkence li nivîskarekê kir

Malpera Dengê Girtiyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ragihand ku nivîskara Îranî ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hate îşkencekirin û di encamê de ji rû û lingên xwe bi giranî birîndar bûye û rewşa wê giran e.

Hêzên rejîma Îranê îşkence li nivîskarekê kir
6 nîsan, 2025   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Malpera Dengê Girtiyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, hêzên ewlehiyê yên Îranê îşkence li çalakvan, nivîskar û rexnegira wêjeyî Mêhrgan Nemawer (38)  kir.

Malperê diyar kir ku Mêhrgan a ji Hedeşt ê li sînorê bajarê Kohgiluye û Boyer Ehmed, ji ber îşkenceya lê hatiye kirin bi giranî birîndar bûye.

Hate diyarkirin ku Mêhrgan Nemawer di dema îşkenceyê de ji rû û lingên xwe bi giranî birîndar bûye û rewşa wê giran e. Her wiha piştî lêdana giran, telefona nivîskar Mêhrgan Nemawer jê hatiye standin û desteserkirin.

Hêjayî gotinêye ku 2’ê Adara 2024’an çalakvan, nivîskar û rexnegira wêjeyî Mêhrgan Nemawer ji aliyê hêzên Wezareta Îtlaatê ya Îranê ve hate binçavkirin û piştre hate berdan. Carek din Mêhrgan Nemawer di 18’ê Adara îsal de hate binçavkirin û piştî 16 rojan di binçavan de ma, bi dayîna berdêl û bi şêweyekî demkî hatibû berdan.