Berdevkê HRRK'ê: Divê Kurd kongreyeke neteweyî li dar bixin

Berdevkê HRRK`ê Munîr Şêxê got lidarxistina kongreya neteweyî di vê pêvajoyê de dê destekeke mezin bide Rojava.

Berdevkê HRRK'ê: Divê Kurd kongreyeke neteweyî li dar bixin
25 sibat, 2026   02:55
HESEKÊ
CAN ELEWÎ

Berdevkê Hevgirtina Rewşenbîran a Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Munîr Şêxê der barê pêvajoya heyî de ji ajansa me re axivî û girîngiya lidarxistina kongreya neteweyî vegot.

Munîr Şêxê di destpêka axaftinên xwe de anî ziman ku divê gelê Kurd kongreya neteweyî li dar bixe û ji bo parastina deskeftiyên gelê Kurd li Rojava û herêmê bernameyeke hevbeş deyne.

Şêxê got: "Piştî rûxandina rejîma Esed ku zêdetirî salekê di ser re derbas bûye û hatina rêxistinên cîhadîst û mezhebperest li ser desthilata Sûriyeyê, diyar bû ku wê komployeke navneteweyî li dijî herêmê were kirin."

Her wiha Munîr Şêxê bi bîr xist ku berî şerê navxweyî yê sala 2011`an li Sûriyeyê tevgera siyasî ya Kurdan negihaştibû destkeftiyan û hinek daxwazên wan ên siyasî yên biçûk hebûn. Lê piştî dan û standinên di navbera rêveberiya Rojava û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, ji giştî cîhanê re diyar bû ku Kurd xwedî rêxistineke siyasî, îdarî û leşkerî ya berfireh in û erdnîgariyeke wan a taybet heye. Bi vê yekê re Kurd li ser rûyê erdê bûn hêzeke bingehîn.

Şêxê bal kişand ser Peymana Lozanê jî û got:  "Zêdetirî sed sal di ser Peymana Lozanê re derbas bû. Em niha di pêvajoyeke hesas re derbas dibin. Wê li herêmê guhertinên nû çêbibin. Gelê Kurd jî li herêmê rolekî wan ê sereke heye, ew xwediyê projeyên fikrî, rêxistinî û siyasî yên xurt e. Bi salan li hemberî terorê şer kirin, ji ber vê yekê rewşa gelê Kurd di vê sedsalê de dê ne wekî berê be."

Şêxê têkildarî dan û standinên QSD û hikumeta demkî jî wiha got: "Piştî hikumeta demkî komkujî li dijî Durzî û Elewiyan pêk anîn, êdî gelê Kurd hîn zêdetir bi çekên xwe ve hat girêdan û bawerî nade hikûmeta demkî ya ku berê cîhadîst û tundrew bû. Hikumetê gelekî hewl da çekên gelê Kurd ji wan bistînê lê belê nikarîbû. Dewleta Tirk jî rolek neyînî di kar û barên Sûriyeyê de dilîze. Tirkiyeyê bû sedema ku lihevkirina 10`ê Adarê pêk neyê. Piştî Tirkiyê û Îsraîl di civîna Parîsê de li ser parçekirina Sûriyeyê li hev kirin êdî êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatin kirin. Bi komployê re dixwestin dawî li hebûna gelê Kurd bînin û komkujiyan bikin. Gelê Kurd jî piştî seferberiyê li tevahiya Kurdistanê û cîhanê rabû ser xwe û li hemberî vê komploya navneteweyî ya li dijî Rojava bi îradeyeke xurt helwestê xwe diyar kirin. Gelê Kurd ne mîna berê ye, êdî nema kesek dikare gelê Kurd bixapîne. Êdî divê gelê Kurd li hemberî planên hikumeta demkî ya Sûriyeyê şiyar be.”

Munîr Şêxê anî ziman ku gelê Kurd di vê pêvajoyê de îsbat kir ku sînor nikarin Kurdan parçe bikin û wiha got: “Gelê Kurd di vê pêvajoyê de xwedî hêzekî mezin e û dikare siberoja xwe diyar bike. Di vê sedsala nû de wê gelê Kurd bighîjin deskeftiyên nû. Gelê Kurd di vê pêvajoyê de isbat kir ku sînor nikarin wan parçe bikin. Li tevahiya Kurdistanê û Ewropayê bi yek îradeyê bûn xwedî helwest. Bi yekitî û hevgirtinê ev êriş vala derxistin û gihîştin serkeftinên mezin.”

Ji bo kongreya neteweyî jî Munîr Şêxê wiha got: "Divê gelê Kurd kongreya neteweyî li dar bixe hêz, partiyên siyasî, tevgerên jin, ciwan û rewşenbîr tevlî bibin. Divê lêvegera xwe ava bikin û ji bo Rojava bixebitin. Reşnivîsa pîlansaziyên di vê pêvajoyê de ji bo gelê Kurd amade bikin. Rewşenbîrên Rojava jî divê diyar bikin ku doza gelê Kurd doza erd, mafên rewa û qanûnî ne. Heqîqeta gelê Kurd hedef û çanda wan bilêv bikin. Derî li pêşiya zimanê nefretê û provokasyonan bigrin. Destûr nedin ku li herêmê şer di navbera Ereb û Kurdan de çêbibe. Her kes bi hêzên leşkerî re parastina deskeftiyên Rojava bikin."

ANHA