Koçber dixwazin lihevkirina 29’ê Çile zû pêk were

Bêrîvan Hisên got koçber dixwazin di çarçoveya peymana 29`ê Çileyê de bi ewle vegerin gund û bajarên xwe.  

Koçber dixwazin lihevkirina 29’ê Çile zû pêk were
Koçber dixwazin lihevkirina 29’ê Çile zû pêk were
Koçber dixwazin lihevkirina 29’ê Çile zû pêk were
Koçber dixwazin lihevkirina 29’ê Çile zû pêk were
Koçber dixwazin lihevkirina 29’ê Çile zû pêk were
Koçber dixwazin lihevkirina 29’ê Çile zû pêk were
Koçber dixwazin lihevkirina 29’ê Çile zû pêk were
Koçber dixwazin lihevkirina 29’ê Çile zû pêk were
Koçber dixwazin lihevkirina 29’ê Çile zû pêk were
25 sibat, 2026   04:25
QAMIŞLO

Rêvebera Meclisa Efrîn û Şehbayê ya kar û barên koçberên Girkê Legê Bêrîvan Hisên li ser rewşa koçberan ji ajansa me (ANHA) re axivî.

Bêrîvan Hisên diyar kir ku hejmareke zêde ya koçberan li dibistan û mizgeftên Girkê Legê dimînin, heyanî astekê alîkarî bi wan re tê kirin. Niha jî pêdiviya wan herî zêde bi malan heye da ku bi rûmet bijîn.

Bêrîvanê anî ziman ku hemû gund û bajar ketine nava tevgerê da ku bi koçberan re bibin alîkar û da zanîn ku alîkariya xelkê Başûrê Kurdistanê şandiye, bi rêya Heyva Sor a Kurd li koçberên li gund û bajar dimînin, hatiye belavkirin.

Bêrîvanê destnîşan kir ku niha 600 malbatên koçber ên ji Serêkaniyê, Şêxmeqsûd, Efrîn, Girê Spî û Kobanê li bajarê Girke Legê dimînin û wiha got: “Hemû malbatên koçber di van şert û mercên koçberiyê de nikarin malan kirê bikin an jî pêdiviyên xwe pêk bînin.”

Bêrîvan Hisên anî ziman ku hemû koçber dixwazin vegerin malên xwe û bi rûmet bijîn û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Hikumeta demkî ya Sûriyeyê divê cidî nêzî pêkanîna lihevkirina 29`ê Çileyê bibe. Koçber jî bi ewle vegerin gund û bajarên xwe û ewlehiya wan were garantîkirin.”

ANHA