Kadar Pîrê: Entegrasyon bi yekalî nameşe

Kadar Pîrê diyar kir ku li Sûriyeyê di çarçoveya entagrasyonê de tişta ku ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve hate xwestin hate kirin, lê hîn ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve xal nehatine pêkanîn, divê hikumeta demkî jî gavan bavêje, Kobanê hîn dorpêçkirî ye.

Kadar Pîrê: Entegrasyon bi yekalî nameşe
25 sibat, 2026   05:45
QAMIŞLO

Têkildarî banga Rêber Abdullah Ocalan a 27`ê Sibatê, di heyama salekê de vê pêvajoyê bandoreke çawa li qada siyasî û civakî kir, pêkanîna `entegrasyona demokratîk` li herêmê û yekitiya Kurdan, rêveberê Navenda Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê ji ANHA`yê re axivî.

Kadar Pîrê diyar kir ku hêviyên wan ji “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” ew bûn ku dewleta Tirk jî gavan biavêje, lê dewleta Tirk navê wê dike “Tirkiyeyeke bêteror” û li ser hişmendiya şovenîst ku kesekî qebûl nake hatiye xwedîkirin, ew civak bi vê hişmendiya xwe tenê tunebûna gelê Kurd dixwaze û got: “Ji ber ku dewleta Tirk hîn xweşikayî li meseleyê nenêriye, hîn ne zelal e, her tiştê ku ji partiyê hate xwestin, bi cih anî. Lê heta ku ew navê pêvajoyê dikin `Tirkiyeyeke bêteror` ew tê wateya ku naxwazin bigihêjin rastiyê. Dîsa li bende gavekê ne ku li meseleyê biqulibin. Lê ez di wê baweriyê de me ku îro roj doza Kurd li ser asta cîhanê li ser maseyan reqema yek e, wê tu plan li pêşiyê nesekinin.”

Kadar Pîrê di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser qada Rojavayê Kurdistanê û da zanîn ku di çarçoveya pêvajoyê de li Rojava di dema dawî de roleke pir mezin hate lîstin, gel li hember êrişên ku pêk hatin, berxwedan hilbijart. Dijmin jî ev fêm kir ku mesele ne mîna perava Sûriyeyê ye, wê di çend rojan de komkujiyan pêk bîne û rehet ji meseleyê xelas bibe û wiha anî ziman: “Yekitiya gelê Kurd li ser asta Ewropayê, ragihandina li Başûr, çalakiyên ku li Başûr çêbûn roleke pir mezin lîst.”

Kadar Pîrê da zanîn ku yekitiya Kurdan xurt bû, lê ya girîng ew e ku çi qasî wê biparêzin. Ji gel tê xwestin ku bi rihê xwe yê serhildêr û berxwedêr berdewam be.

Kadar Pîrê diyar kir ku li Sûriyeyê di çarçoveya entagrasyonê de tişta ku ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve hate xwestin hate kirin, lê hîn ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve xal nehatine pêkanîn. Gelo ev entagrasyon li ser aliyekî bi tenê ye yan ji aliyê din jî ve tê xwest gavan bavêje? Gerek hikumeta demkî jî gavan bavêje, Kobanê hîn dorpêçkirî ye, divê rê bên vekirin û hêza wan ji herêmê vekişin û wiha got: “Divê em qebûl nekin ku tenê em di entagrasyonê de gavan bavêjin, divê tişta ji wan jî tê xwestin ew qebûl bikin. Divê hêza heyî li herêmê bê şertê hejmaran bê qebûlkirin, gelê Kurd van şertan qebûl nake. Divê xelkê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî vegerin warê xwe û leşkerên Tirk vekişin.”

Kadar Pîrê destnîşan kir ku li Sûriyeyê DAIŞ bi rengekî pir xurt vegeriyaye, siyasetên navneteweyî li pey vê yekê hene, dixwazin meseleya sunnî û şîeyan ji xwe re bi kar bînin û got: “Em Kurd ji vê meseleyê dûr in, ji bo ku daxwaz û berjewendiyên wan bi cih bînin, em tu carî nabin fîşeka devê tifinga kesekî.”

Kadar Pîrê destnîşan kir ku saziyên mafê mirovan li hember rewşa ku Kurd tê re derbas dibin, bi erka xwe rabûn û Kurdên li derveyî welat jî erka xwe bi cih anîn û got: “Divê saziyên mafên mirovan ên Kurdan yekitiyeke xwe ava bikin, li ser asta Ewropayê tenê be jî dikarin xebateke hevbeş bikin ku zextê li siyasetmedaran bike.”

(sb)

ANHA