Artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê hejmarek mal teqandin

Tevî ragihandina agirbestê, artêşa Îsraîlê êrişên xwe didomîne. Hate ragihandin ku li bajarokê Hedasa yê başûrê Lubnanê hejmarek mal teqandin.

Artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê hejmarek mal teqandin
2 tîrmeh, 2026   21:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA) ragihand ku artêşa Îsraîlê li bajarokê Hedasayê yê başûrê welat hejmarek mal teqandin. Li gorî ajansê, dengê teqandinê li gund û bajarokên herêma Bint Cibêl hat bihîstin.

Tevî agirbesta ku 20‘ê Hezîranê hate ragihandin, artêşa Îsraîlê êrişên xwe li ser başûrê Lubnanê û Bîqayê didomîne.

(bb)