Bendava Girê Vira ji bo şêniyên Dêrikê cihekî bêhnvedanê ye

Rojane bi dehan şêniyên herêmê, ji bo bêhnvedanê diçin ber peravên Bendava Girê Vira ya Dêrikê. Şêniyan ji saziyên têkildar xwestin cihên rûniştinê baştir bikin û dar û beran lê zêde bikin.

Bendava Girê Vira ji bo şêniyên Dêrikê cihekî bêhnvedanê ye
Bendava Girê Vira ji bo şêniyên Dêrikê cihekî bêhnvedanê ye
Bendava Girê Vira ji bo şêniyên Dêrikê cihekî bêhnvedanê ye
Bendava Girê Vira ji bo şêniyên Dêrikê cihekî bêhnvedanê ye
Bendava Girê Vira ji bo şêniyên Dêrikê cihekî bêhnvedanê ye
3 tebax, 2025   05:35
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Bendava Girê Vira 10 kîlometre dûrî bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê ye. Navê xwe ji gundê Girê Vira ku li ser qeraxên wê ye, girtiye.

Ji ber ku bendav nêzîkî bajarê Dêrikê ye, şêniyên bajêr û gundên derdorê ji bo bêhnvedanê rojane berê xwe didin qiraxên bendavê, bi taybet di demsala havînê de.

Şaredariya Gel a Dêrikê di demên dawîn de ji bo başkirina cihên bêhnvedan û rûniştinê hin xebat pêk anîn, li dora bendavê lembe danîn.

Ji xebatkarên Şaredariya Gel a Dêrikê Silêman Ebdî der barê xebatên şaredariyê yên ji bo başkirina derdora bendavê de got: "Me projeya ronîkirina bendava Girê Vira pêk anî û ew bi tora elektrîkê ve girêda, lewma ew dever bi şev tim ronî ye, me li qiraxên bendavê 22 stûnên elektrîkê danîn. "

‘CIHÊN RÛNIŞTINÊ Û DEVERÊN BI DAR Û BER KÊM IN’

Tevî van xebatên şaredariyê jî, lê şênî dibêjin ku dar li derdora bendavê kêm in, lewma cihên sîdar jî kêm in û xelk nikare bi roj li wan deran rûnê. Şêniyan xwest ku zêdetir dar bêne çandin.

Şêniyan her wiha xwestin ku ji bo rûniştinê, bi taybet ji bo malbatan kursî bêne danîn û derdora bendavê qadên rûniştinê werin feqetandin da ku çûnûhatina şêniyan hêsantir bibe.

Şêniyê ji Dêrikê yê bi navê Ebdilezîz Remezan got: "Bendav cihekî xweş e, lê xizmetên wê kêm in, wekî çandina daran û peydakirina qadên rûniştinê yên diyarkirî. Ev dever nêzîk bajêr e, lewma xelk her roj dikarin werin vir bêhna xwe berdin, lê ew hewceyê hinek guhpêdanê ye.”

Şêniyên herêmê hêvî dikin ku şaredarî van daxwazên wan bixe nava planên xwe yên siberojê.

(k)

ANHA