Dijî DAIŞ’ê 60 operasyon hatin lidarxistin

Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn da zanîn ku ji destpêka 2025’an dijî şaneyên DAIŞ’ê 60 operasyon hatine çêkirin û 3 ji wan serçete bi giştî 64 çete hatine girtin.

Dijî DAIŞ’ê 60 operasyon hatin lidarxistin
3 tebax, 2025   07:05
HESEKÊ
BAZ MORDEM-HENAR ÎBRAHÎM

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn, têkildarî metirsiya zindîbûna DAIŞ’ê ya li herêma Bakur û Rojilatê Sûriyeyê, herêmên din ên Sûriyeyê û têkoşîna dijî çeteyên DAIŞ’ê, pirsên ANHA’yê bersivandin.

* Di demên dawî de dijî Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên çeteyên DAIŞ’ê zêdetir bûne. Di vê pêvajoyê de ev tên çi wateyê?

Ji hilweşîna rejîma Baas ve li Sûriyeyê rewşeke aloz û bê aramî heye. Çeteyên DAIŞ’ê ji vê feyde digirin. Ev metirsî tenê Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîn e, ji bo hemû gelên herêmê xeteriyên mezin hene. Pêkanînên şaneyên razayî yên DAIŞ’ê zêdetir bûne, hewl didin xwe ji nûve rêxistin bikin, li nava civaka me û tevahiya Sûriyeyê tevlîheviyê derbixin. Ev metirsiyek mezin e.

* Çeteyên DAIŞˊê xwe çawa ji nû ve birêxistin dikin, rêbazên wan çi ne?

Rêxistina DAIŞ’ê sala 2019’an wekî serweriya erdnîgarî hat bidawîkirin, lê em nikarin bibêjin bi temamî xilas bûye. Rêbazên wan ên xwe bi rêxistinkirinê zêde ne, di bin navê ol de, livbaziya wan zêde bûye.  Valahiya li Sûriyeyê ji xwe re weke firsend dibînin û bikar tînin. Di mehên dawî de mayînan datînin, êrişî hêzên me dikin, di bin navên cuda yên nayên zanîn de gefan dikin. Dixwazin li nava civakê mêjiyê însanan tevlî hev bikin, aloziyê derxînin. Hem bi veşartî û hem eşkereyî kar dikin. Hinek êrişan bi eşkereyî dikin.

* Hêzên QSD’ê li hemberî liv û tevgera çeteyan operasyonan çêdikin. Bandora van operasyonan xwe çawa nîşan dide?

Ji destpêka sala 2025’an ve li herêmên Dêrazorê, Reqa û Hesekê nêzî 60 operasyon çêbûn. Di encama komkirina agahiyan, şopandin û operasyonan de pêşiya gelek êrişên li kamp û girtîgehan hat girtin. 6 çete hatin kuştin, 64 kesên ku 3 ji wan serçete bûn jî, hatin girtin. Hat fêmkirin ku dixwazin valahiya siyasî, leşkerî, ewlekarî û hwd.  a li Sûriyeyê bikar bînin û derkevin pêş.

* Çeteyên van êrişan pêk tînin ji ku tên, çawa dikarin wiha êriş bikin?

Çavkaniya çeteyên DAIŞ’ê ya herî esasî herêma Badiye-Sûriye ku dikeve çolistana Sûriyeyê ye. Beşek ji derveyî Sûriyeyê bi qeçaxî derbas dibin. Qismekî jî xwe rêxistin kirine û bi navên cuda di deriyên sînor re derbas dibin. Ji lêpîrsîna çeteyên ku hatine girtin tê fêkirin ku gelek dewlet çavên xwe ji vê yekê digirin. Herêma herî xeternak Badiye-Sûriye ye, ev der hêlîna çeteyan e, li wir xwe birêxistin dikin. Ev xeterî tenê li ser Bakur û Rohilatê Sûriyeyê nîn e, êrişên li beravê û Siweydayê çêbûn û kiryarên li van herêman çêdibin bi awayekî pir vekirî kiryarên DAIŞ’ê ne. Pir eşkere hişmendiyeke cîhadîst tê teşwîqkirin û hewldana rewakirina çeteyan heye.

* Li hemberî metirsiya DAIŞ’ê û êrişên wan, ji bilî têkoşîna we pêdivî bi çi heye, hevkarî tê kirin an na?  

Heta niha di warê destekdayîna operasyonan û lojîstikî de hevkariyek navneteweyî heye. Lê pêwîstî pê heye ku desteka teknîk û lojîstîkî zêdetir bibe da ku em bikaribin pêşiya êrişan bigirin. Eger hevkarî nebe, têkoşîna li dijî DAIŞ’ê wê serkeftî nebe. Heta niha me gelek operasyon bi hevkariya koalîsyona navneteweyî re meşandin. Ji îro şûn de jî wê hevkariya me bidome.

Li ser pêkhateyên Sûriyeyê metirsî hene. Me ev yek bi awayekî pir vekirî li herêmên berav û Siweydayê dît. Lewma divê hevkarî bidome. Divê civaka navneteweyî desteka xwe ya ji bo têkoşîna dijî DAIŞ’ê kêm neke.

* Li herêmê bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê di girtîgeh û kampan de hene. Liv û tevgera çeteyan a dawî metirsiyekê ji bo van deran jî çêdike yan na? Li hemberî aloziyek muhtemel a li van deran hêzên navnetewî çiqas destek didin we?

Di ewlekariya kamp û girtîgehên ku endamên DAIŞ’ê lê tên girtin de, eger hevkariya hêzên navneteweyî nebe, em nikarin teslîmî hêzeke herêmî bê kirin.  Valahiyek ewlekariyê wê metirsiyek mezintir li ser tevahiya Sûriyeyê çêbike. Gelek çeteyên DAIŞ’ê yên kamp û girtîgehan, hemwelatiyên Sûriyeyê nîn in. Ji hemû dewletan çete hene. Ev gefeke ji bo cîhanê ye. Heta ev çete neyên dadgehkirin û neyên radestkirin, wê her tim gef li ser herêma me, Sûriye û cîhanê hebe. Lewma divê hemû aliyên berpirsyar baldar bin.

* Ji bo jiholêrakirina metirsiyan û avakirina aramiya herêmê, çi hewldanên din ên we hene?

Ya yekemîn; wê kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di milê parastinê de bên xurtirkirin. Ya duyemîn; Weke QSD û YPG-YPJ’ê em ê êriş û planên bi rêya çeteyên DAIŞ’ê tên çêkirin vala derbixin. Wê asta xebat û têkoşîna me vala derxistina van be. Bi hevkariya hêzên koalîsyonê operasyonên bi hêztir werin meşandin.

* Li hemberî metirsiya zindîbûna DAIŞˊê banga we ji bo gelên herêmên çi ye?

Divê hemû hêz bibînin ku QSD, YPG-YPJ’ê li beranberî DAIŞ’ê şer kir û ew têk bir. Ji bo ku xeteriyek wiha careke din dernekeve holê û êrişa werin astengkirin, pêwîst e hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê desteka xwe bidomînin. Em ji gelên xwe yên tevahiya Sûriyeyê re dibêjin ku ev hêza xeternak dixwaze ji valahiya li Sûriyeyê feyde bigire. Yên ku dê bibin qurbanên wan jî wê dîsa nirxên gelê me bin. Lewma em dixwazin her kes bihîstiyar be, di nava hevkariyê de be.

(a)

ANHA