Li Siweydayê 560 winda ne di nav de zarok hene

Li parêzgeha Siweydayê piştî şer û êrişên 13`ê Tîrmehê dest pê kiribûn, şok û metirsî zêdetir dibin. Di encama wan êriş û şeran de bi sedan sivîl jiyana xwe ji dest dan. Hemwextî wê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi sûcên hovane, tê tawanbarkirin.

Li Siweydayê 560 winda ne di nav de zarok hene
2 tebax, 2025   22:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) i parêzgeha Siweydayê, piştî şerên xwîndar ku 13`ê Tîrmehê di navbera komên xwecih û hêzên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de rû dan, metirsî û şok zêdetir dibe. Di encama wî şerî de, zêdetirî 560 kesan windane Di nav wan de 26 zarok hene.

Hemwextî şer û êrişan, gelek sûc hatin belgekirin. Di nav de, girtinên ketober, windakirin, darvekirina sivîlan hene. Metirsî jî hene ku ew pêlên tundiyê li herêmê careke din dubare bibin.

Ruxmî ku lihevkirina agirbestê 19`ê Tîrmehê kete meriyetê, lê çarenûsa kesên hatine windakirin hîna ne zelal e. Malbatên wan bang li aliyên têkildar dikin ku çarenûsa zarokên wan diyar bikin.

(şx)