Baregeha DYA'yê ya nêzî balafirgeha Bexdayê hat hedefkirin

Bi dronan baregeha lojîstîkê ya DYA'yê ya nêzî balafirgeha Bexdayê hat bombebarankirin. 24 derbeyên din li baregehên DYA'yê hatin xistin.

Baregeha DYA'yê ya nêzî balafirgeha Bexdayê hat hedefkirin
21 adar, 2026   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Baregeha lojîstîkê ya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya bi pêşengiya DYA'yê ya li nêzî balafirgeha Bexdayê îro bi dronan hat bombebarankirin.

Çavkaniyên ewlehiyê diyar kir ku piştî êrişa bi 2 dronan dûman li nêzî baregehê rabû, lê der barê ziraran de agahî nehatin bidestxistin.

Hate ragihandin ku baregeha leşkerî ya DYA'yê ya li Hewlêrê jî bi dron û mûşekan hat hedefkirin.

Heşdî Şabiyê ragihand ku di êrişa li dijî baregeha wan a li Tozxurmatoyê de endamekî wê hate kuştin û hin birîndar bûn.

Koma Miqawema Îslamî ya Iraqê-Eshab El Kehef ragihand ku wê bi dronekê baregeha Vîktoriya ya li Bexdayê kir armanc. Komên din jî ragihand ku wan di 24 saetan de 27 êrişên bi dron û mûşekan pêk anîne.

(bb)