Partiya Yekitiya Suryan: Tirkiye bi lihevkirina Şamê re êriş dike

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekitiya Suryan Îshaq Cendo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û diyar kir ku bi lihevkirina hikumeta Şamê ya ku dixwaze projeya Rêveberiya Xweser têk bibe, dewleta Tirk êriş herêmê dike.

Partiya Yekitiya Suryan: Tirkiye bi lihevkirina Şamê re êriş dike
18 ÇILE, 2024   05:36
HESEKÊ

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekitiya Suryan Îshaq Cendo êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got: "Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze di aliyê aborî, siyasî û leşkerî de şerê Rêveberiya Xweser bike, ewlehiya li herêmê têk bibe û gel neçar bike ku koçber bibe."

Her wiha Cendo têkildarî bêdengiya hikumeta Şamê ya li hember êrişan jî got: "Helwesta hikumeta Şamê ji destpêka aloziyê ve qels e. Ji ber ku her tişt radestî Îran û Rûsyayê kir. Ji ber wê rewabûna xwe ji dest da. Êrişên dawîn ên li dijî herêmê bi lihevkirina hikumeta Şamê ne ku dixwaze projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têk bibe."

Cendo diyar kir ku Hevpeymana Civakî hêviyên gelê herêmê pêk tîne û mafên wî misoger dike û her wiha li ser fikrekî demokratîk ku li dijî tevahî pergalên desthilatdar û dîktator e, ev pergal şerê vê projeyê dikin, ji ber ku li herêmê qonaxeke guhertinê ya girîng e.

Cendo wiha pê de çû: "Êdî ji hemûyan re diyar bûye ku dewleta Tirk, piştî erêkirina Hevpeymana Civakî ya nû êrişên li dijî herêmê zêde kirin, di wan êrişan de navendên stratejîk, xizmetguzarî, tenduristî bi balafirên şer û yên bêmirov bombebaran kirin."

Cendo wiha anî ziman: "Bi hevgirtina xwe me planên dagirkeran têk bir, bi xwedîderketina pêkhateyên herêmê yên Ereb, Kurd, Ermen, Çerkes, Suryan û Asûr li QSD`ê, me komployên li dijî projeya Rêveberiya Xweser tune kirin."

Di dawiyê de Îshaq Cendo bang li hêzên navneteweyî kir ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk ên li dijî xelkê herêmê rawestînin û qada hewayî ya herêmê yekser bigirin.

(şx)

ANHA