Balafirên şer ên Tirkiyeyê Biradost bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk du caran devera Biradostê ya girêdayî navçeya Sîdekanê bombebaran kirin.

Balafirên şer ên Tirkiyeyê Biradost bombebaran kir
6 kanûn, 2023   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên dewleta Tirk, danê êvarê di demên cuda de du caran devera Biradostê ya girêdayî navçeya Sîdekanê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve bombebaran kirin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker deverên Gerwê Sîngan û gundê Bêrkim û devera Biradostê bi dijwarî bombebaran kirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker duh devera Bamernê a girêdayî Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê bombe li sivîlan barand û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bû.