Greva birçîbûnê di roja 10'an de ye

Di çarçoveya kampanyaya "Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" li girtîgehan Bakurê kurdistanê û Tirkiyê girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê ya bidem û dorveger kirin. Greva birçîbûnê îro ket roja 10'an.

Greva birçîbûnê di roja 10'an de ye
6 kanûn, 2023   11:18
 NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bidem û dorveger kirin. Greva birçîbûnê îro ket roja 10'an.

Çalakiya greva birçîbûnê ya di 27'ê Mijdarê de dest pê kir wê heta 15'ê Sibatê dewam bike.

LI DU BAJARAN NOBEDA EDALETÊ

ji bo piştevaniya bi girtiyên dikevin greva birçîbûnê li Wan û Amedê TUAY-DER'ê dest bi nobedên edaletê kir.