Avahiya di nivîna çem de hatiye lêkirin tê rakirin

Piştî ku Şaredariya Qamişloyê hişyarî da, şîrketa ku di nivîna çem de avahiyek çêkiribû, beşeke wê radike û dê di demên pêş de nivîna çem bê firehkirin.

Avahiya di nivîna çem de hatiye lêkirin tê rakirin
Avahiya di nivîna çem de hatiye lêkirin tê rakirin
Avahiya di nivîna çem de hatiye lêkirin tê rakirin
Avahiya di nivîna çem de hatiye lêkirin tê rakirin
Avahiya di nivîna çem de hatiye lêkirin tê rakirin
Avahiya di nivîna çem de hatiye lêkirin tê rakirin
Avahiya di nivîna çem de hatiye lêkirin tê rakirin
30 adar, 2026   09:52
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Piştî barana 15`ê Adarê li Dêrik, Qamişlo û Hesekê û gelek deverên din lehî rabûn û gelek pirgirêkên herikîna avê derketin. Yek ji wan jî pirsgirêka herikîna ava çemê Mêrgê yê li taxa Cimayê ya Qamişlo ye. 

Derketibû holê ku ji ber avakirina avahiyekê di nivîna çem de, li ber çem bend çêbûye û gelek mal jî ku piraniya wan bê destûr hatine avakirin, bi bin avê de man.

Xwediyê şîrketê ji ANHA’yê re diyar kiribû ku ew avahî nêzî 20 metreyan hatiye nav nivîna çem, ji bo ku avê jî boriyek daniye. Di dema lehiyê de, boriyê têrê nekiriye, lewma av li taxê kom bû.

Piştî gazinên şêniyan, Şaredariya Gel a Qamişloyê ji xwediyê şîrketê xwest beşeke avahiya xwe ya ser çem hilweşîne.

Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, dê şîrket û şaredarî bi hev re çareyekê ji xeta çem re bibînin û cihê derbasbûna avê fireh bikin.

Endamê Nivîsgeha Çavdêriya Lêkirina Avahiyan a Şaredariya Gel a Qamişloyê Xalib Ehmed diyar kir ku destpêkê wan pêşiya çem vekiriye, piştî 2 hişyariyan xwediyê şîrketê ji 21`ê Adarê ve dest bi rakirina dîwarên avahiya xwe kiriye.

Xalib Ehmed da zanîn ku ew ji ber ku zexta avê ya li ser boriyê, niha ew nikarin boriya ku di çem de anku di bin avahiyê de jî hatiye danîn sererast bikin.

Ehmed diyar kir ku ji bo ku rêya çem baştir bibe, dê di demên pêş de xebatên wan ên mezinkirin û berfirehkirina wê hebin.

ANHA