Leşkerekî UNIFIL'ê hat kuştin

Li başûrê Lubnanê di encama teqînekê de leşkerekî UNIFIL’ê hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Leşkerekî UNIFIL'ê hat kuştin
30 adar, 2026   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Demkî yên Neteweyên Yekbûyî yên li Lubnanê (UNIFIL) duh (29 Adar) ragihand: “Endamekî Hêzên Parastina Aştiyê di encama teqîna guleyekê de li nêzî baregeha wê ya li bajarokê Edşît Qesîr ê li başûrê Lubnanê hat kuştin û yek jî birîndar bû.”

UNIFIL'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku heya niha jêdera guleyê nehatiye zanîn û der barê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Leşkerên UNIFIL'ê bi armanca şopandinê li ser sînorê di navbera Îsraîl û başûrê Lubnanê de bi cih dibin.

(bb)