'Ehmed Huseynî digot beriya siyasetmedaran divê em yekitiyê çêkin'

Di sersaxiya helbestvan Ehmed Huseynî de rewşenbîran behsa keda wî ya ji bo yekitiya gelê Kurd û girîngiya yekitiyê kir û got “Em nikarin ji partiyên siyasî yekbûnê bixwazin, heta ku em berî siyasetmedaran gaveke wiha neavêjin.”

'Ehmed Huseynî digot beriya siyasetmedaran divê em yekitiyê çêkin'
30 adar, 2026   09:36
QAMIŞLO

Rojên Şemî û Yekşemê, konê sersaxiyê ji bo helbestvan Ehmed Huseynî li Navenda Çand û Hunerê ya Amûdê hat danîn. Rewşenbîrên ku hatibûn bin kon, qala keda Ehmed Huseynî ya ji bo yekitiya gelê Kurd û girîngiya yekitiyê kir. 

Berdevkê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Munîr Şêxê behsa xebata helbestvan Ehmed Huseynî ya li Ewropa, Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê kir û wiha axivî: “Gelê Bakur û Başûr pir ji Ehmed Huseynî hez dikir. Ji bilî xebatên wêjeyî, ruhekî wî yê neteweyî girêdayî keda pîroz a hem li Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê re hebû. Tu cudahî nedixist nava şepêlên siyasî. Rêzgirtin ji her aliyên siyasî re, ji ked û xwîna hatiye dayîn, digirt. Ji bo çanda kurdî mîraseke neteweyî hişt. Dema nifşê nû helbestên wî bixwîne dê vî ruhî bibînin.”

Munîr Şêxê da zanîn ku Ehmed Huseynî digot ew hatine Rojava da ku sîwanekê ji rewşenbîran re çêkin, ew nikarin ji partiyên siyasî yekbûnekê bixwazin, heta ku ew berî siyasetmedaran gaveke wiha neavêjin.

Şêxê wiha behsa girîngiya yekitiya gelê Kurd kir: “Gelê herî bihêz û zindî ku ruhê wî yê neteweyî bihêz e gelê Kurd e. Ji bo vê jî di vê sedsalê de gelê Kurd wê bikare serkêşiya fikrê nû bike. Em bawer dikin dê ev sedsal bibe ya gelê Kurd. Ji niha ve nimûneyên wê diyar in.”

Hevseroka Desteya Çandê ya Cizîrê Firyal Çolî destnîşan kir ku agahiya koça dawîn a Ehmed Huseynî xemgînî xist dilê tevahî Kurdan û wiha got: “Ji ber ku kesayetek Kurd bû, ji bo mafê Kurdan tê koşiya. Bi hest û helbestên xwe yekbûna gelê Kurd dida diyarkirin.”  

(bî-jh/k)

ANHA