Artêşa Tirk a dagirker li Amêdiyê baregehek nû çêdike

Şeva borî, hêzên artêşa Tirk a dagirker li çiyayê Gamnêrik yê li sînorê Amêdiyê baregehek nû çêdikin.

Artêşa Tirk a dagirker li Amêdiyê baregehek nû çêdike
29 sibat, 2024   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Rojnews’ê duh bi şev hêzek artêşa Tirk a dagirker, berê xwe dane çiyayê Gamnêrik yê li bajarokê Amêdiyê ser bi parêzgeha Dihokê.

Hat ragahandin ku artêşa Tirk a dagirker li girê Baroxî yê li navçeya Kanî masî ya ser bi bajarokê Amêdiyê bi cih bûne.

Her wiha heman çavkaniyê destnîşan kir ku artêşa Tirk baregehek nû ya leşkerî li herêmê çêdike.

Wek di dîmenên de jî diyar dibe, hêzên artêşa Tirk a dagirker bi rêya sereke ya gundê Rafîne li gel hejmarek zêde ya tank, wesayîtên leşkerî çûne Qelaya çiyayê Gamnêrik.

Hêjayî gotinêye ku dewleta Tirk a dagirker bi dehan baregehên leşkerî li nav xaka Başûrê Kurdistanê çêkiriye û nêzîkî 40 km hatiye nav xaka Herêmê. Artêşa Tirk a dagirker bi berdewam sînorê Germiyan, Çemçemal, Ranya û Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran dike û welatiyên şehîd dixe. Lê tevî van jî ne hikûmeta Iraqê û ne jî hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê beramberî van kiryarên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ti helwest û bertekek nîşan nadin. Berevajiyê wê, desthilatên Herêma Kurdistanê li gel dewleta faşîst a Tirk û Erdogan, hevdîtin û hevkariyê dikin.