Malbatên şehîdan li hember êrişan banga hevgirtinê kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin û diyar kir ku ji bo têkbirina “komployên Osmaniyan” divê pêkhateyên herêmê xwedî li hêzên leşkerî derkevin.

Malbatên şehîdan li hember êrişan banga hevgirtinê kir
29 sibat, 2024   12:46
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê ya kantona Cizîrê li pêşiya avahiya xwe ya li navçeyê daxuyaniyek da û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û ya li ser herêma Dêrikê şermezar kirin.

Endamên meclisê, saziyên sivîl û partiyan tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê Ehmed El Ebawî daxuyanî xwend.

Meclisê di daxuyaniyê de diyar kir: "Êrişên dewleta Tirk berdewama komployên dijminane yên dewleta Osmanî yên li dijî gelê herêmê ne. Ew tu hesab ji qanûnên nanveteweyî re nake, ji ber wê şêniyan dike hedef û komkujiyan pêk tîne. Herî dawî 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser rêya Dêrikê şehîd xistin."

Meclisê, li hember “komployên Osmaniyan” û şikandina vîna gelên li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dimeşin, bang li gel kir ku xwedî li hêzên leşkerî derkevin.

(şx)

ANHA