Artêşa Îsraîlê li baregehên hêzên Şamê da

Artêşa Îsraîlê baregehên hêzên hikumeta Şamê yên li bajarê Newa yê Derayê kirin hedef.

Artêşa Îsraîlê li baregehên hêzên Şamê da
6 gulan 2024   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Dera 24, artêşa Îsraîlê duh (şemiyê) hin baregehên hêzên hikumeta Şamê yên derdora bajarê Newa yê parêzgeha Derayê bi moşekan topbaran kirin.

Heman malperê ragihand ku komên alîgirên Îranê yên li derdora Newayê moşekek avêtin Colanê, piştre jî artêşa Îsraîlê bi dijwarî baregehên hêzên hikumeta Şamê û alîgirên Îranê yên li derdora Newayê kirin hedef.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) artêşa Îsraîlê nuqteyên hêzên Şamê yên li derdora Til Cabiya, Til Cimûi û Til Eştera yên gundewarên rojavayê Derayê topbaran kirin.

(bb)