Li Xezayê avahiyek hilweşiya: 2 mirî, 5 birîndar

Li Xezayê ji ber hilweşîna avahiyekê 2 filistînî mirin û 5 jî birîndar bûn.

Li Xezayê avahiyek hilweşiya: 2 mirî, 5 birîndar
5 ÇILE, 2026   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li kampa Mexazî ya naverasta Xezayê avahiyek ji ber derbeyên berê yên artêşa Îsraîlê, hilweşiya.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) di encama hilweşîna avahiyê de 2 filistînî mirin û 5 jî birîndar bûn.

Heman ajansê diyar kir ku avahi ya malbateke filistînî bû û diyar kir ku cenaze ji binê kavilan hatin rakirin û xebatên lêgerînê dewam dikin.

(b)