Amnesty International bang li desthilatdarên Sûriyeyê kir ku binpêkirinan bi dawî bikin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li hikûmeta demkî ya Sûriyey êkir ku edaletê bicî bîne û binpêkirinan bi dawî bike. Rêxistinê behsa komkujiyên mezhebî û pratîka berdewam a revandin û kuştinên bêdadgeh kir.

Amnesty International bang li desthilatdarên Sûriyeyê kir ku binpêkirinan bi dawî bikin
22 nîsan, 2026   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Amnesty International ji hikûmeta demkî ya Sûriyeyê xwest ku gavên tavilê bavêje da ku binpêkirinên mafên mirovan ên cidî çareser bike, û diyar kir ku nebûna lêpirsînên serbixwe û hesabdayîna rastîn êşa qurbaniyan zêde dike. Salek piştî damezrandina hikûmetê, rêxistinê diyar kir ku ji ber binpêkirinên berdewam ên li dijî beşên cûda yên civakê, pêdivî bi xebata navneteweyî heye da ku edaletê misoger bike,.

KOMKUJIYÊN MEZHEBÎ

Di raporek ku roja Sêşemê hate weşandin de, rêxistinê destnîşan kir ku kuştinên girseyî li herêma peravê ya Sûriyeyê, ku bûne sedema kuştina zêdetirî hezar û 400 kesan, sûcên şer in, lê lêpirsînek navneteweyî ya serbixwe tune ye. Tevî destpêkirina darizandinên sînorkirî, hejmareke mezin ji gumanbaran hîn jî serbest in.

REVANDINA JIN Û KEÇAN

Raporê bal kişand ser zêdebûna revandina jin û keçan, bi taybetî li Laziqiyê û Tartûsê, ku li wir bi dehan dozên têkildarî daxwazên fîdyeyê û zewaca bi zorê hatine belgekirin. Rêxistinê rexne li "têkçûna eşkere ya hikûmetê di pêkanîna lêpirsînên cidî de"  kir, û rayedaran tewanbar kir meznagiya vê diyardeyê kêm dikin.

Li başûrê welêt, rêxistinê kuştinên bêdadwerî li Suweydayê belge kir, ku tê de bi dehan sivîl, di nav de mêr û jin, di bûyerên ku di tesîsên giştî û malan de qewimîn de hatin kuştin. Tevî ragihandina avakirina komîteyên lêpirsînê, heta niha ti encamên berbiçav nehatine tomar kirin.

PÊŞNIYAR Û BANGÊN NAVNETEWEYÎ

Rêxistinê di dawiya rapora xwe bal kişand ser girîngiya  ku edaleta veguhêz hemû qurbaniyan bê îstîsna bigire nav xwe. Her wiha daxwaza berdana kesên ku bi awayekî keyfî hatine girtin û garantîkirina darizandinên adil, kir. rêxistinê xwest ku  rê were dayin da komîsyonên lêpirsînê yên navneteweyî bihêjin cihên binpêkirinan. Her wiha daxwaza zêdekirina piştgiriya mirovî ya navneteweyî û zêderina zextê kir da ku binpêkirin rawestin û hesabpirsîn were misogerkirin.

(k)