Bi hezaran kesên neqeydkirî li Hesekê serî li navendên qeydkirinê dan

Li Hesekê, di nav 15 rojan de hejmara welatiyên Kurd ên neqeydkirî ku xwe qeyd kirine ji 3 hezaran derbas bûye.

Bi hezaran kesên neqeydkirî li Hesekê serî li navendên qeydkirinê dan
Bi hezaran kesên neqeydkirî li Hesekê serî li navendên qeydkirinê dan
Bi hezaran kesên neqeydkirî li Hesekê serî li navendên qeydkirinê dan
Bi hezaran kesên neqeydkirî li Hesekê serî li navendên qeydkirinê dan
Bi hezaran kesên neqeydkirî li Hesekê serî li navendên qeydkirinê dan
Bi hezaran kesên neqeydkirî li Hesekê serî li navendên qeydkirinê dan
22 nîsan, 2026   09:21
HESEKÊ

Pêvajoya qeydkirinê ji bo welatiyên Kurd ên neqeydkirî li bajarê Hesekê li avahiya Meclîsa Bajêr a li taxa Til Hecer berdewam dike.

Endama komîteya qeydkirinê,  Bihar Mehmûd diyar kir ku xebat li navendên diyarkirî berdewam dike û da zanîn kir ku tevî hin zehmetiyan xebatên qeydkirinê bi rêkûpêk û bi awayekî rêxistinkirî dimeşin.

Bihar destnîşan kir ku beşdarbûn zêde bû, bi taybet di hefteya pêşîn de, bi qasî 100 kes rojane dihatin qeydikirin, her wiha hejmara giştî ya kesên qeydkirî di 15 rojan de ji 3 hezaran derbas bû.

Pêvajoya qeydkirinê ji bo welatiyên Kurd ên neqeydkirî li seranserê Sûriyeyê di 6`ê Nîsanê de dest pê kir.

(k)