Amerîkayê welatiyên xwe hişyar kir

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê bang li hemwelatiyên xwe kir ku serdana Îranê nekin.

Amerîkayê welatiyên xwe hişyar kir
2 tebax, 2025   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê hemwelatiyên xwe hişyar kir. Wezaretê bi daxuyaniya xwe ya ku bi zimanê Farisî weşandî de, bang li hemwelatiyên xwe kir ku ji ber aloziya ewlekariyê ya li Rojhilat Navîn, xwe ji serdana ji bo Îranê dûr bixin.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Her kesê bixwaze serdana Îranê bike, divê carek din vê biryara xwe binirxîne, ji ber ku nabe ti di rewşekê de welatiyên Emerîkî serdana Îranê bikin.”

Hêjayî gotinê ye di dema şerê di navbera Îsraîl-Îranê de, Emerîkayê êrişî tesîsên nukleerî yên Îranê kiribû. Li gorî serokê Emerîkayê Trump hemû tesîsên nukleerî yên Îranê hatine têkbirin.