Projeya Çemê Ceqceq bûye sedema gengeşeyê

Projeya sergirtina beşeke Çemê Ceqceq ku ji hêla Şaredariya Gel a Qamişloyê ve hatiye pêşniyarkirin, di nava şêniyên bajêr û derdorên jîngehparêz de bûye cihê rexneyê.

2 tebax, 2025   12:41
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Qamişloyê di salên dawîn de ji bo Çemê Ceqceqê ku miçiqî ye, tenê carinan hin xebatên paqijiyê pêk anîn. Di salên dawîn de ji ber ku şêniyên bajêr qemara xwe diavêjin çem, rewş xerabtir bûye. 

Di rewşa heyî de, bêhnên nebaş ji çem derdikevin û nexweşiyên çerm û nefesê di nav şêniyên taxên nêzîk de belav dibin. Ji bo çareseriyê heta niha tu projeyeke diyar û bibandor nîn e.

Şêniyê bi navê Ebdulwahid Mûsa bang li Şaredariya Gel kir ku kampanyayên paqijkirinê zêde bike û nehêlin kes û derdor çem gemar bikin û got: "Divê şaredarî robara çem paqij bike û xwediyên dikanan û şêniyên taxên nêzîk hişyar bike ku gemarê neavêjin çem, da ku çem paqij bimîne.”

Heysem Ehmed ku li geraca li kêleka Çemê Ceqceq dixebite, rojane ji bêhna nebaş a ku ji çem derdikeve êşê dikişîne. Ehmed got: "Em şofêrên li vir rojane ji bêhna nebaş a ku di havînê de ji çem derdikeve û derketina kêzikan li dora çopê, êşê dikişînin. "

Ehmed bang li şaredariyê kir ku hewlên xwe ji bo paqijkirina çem zêde bike û nehêle kes germara xwe bavêje nava çem.

PROJEYA ŞAREDARIYÊ JI HÊLA DERDORÊN JÎNGEHPARÊZ VE NEHAT QEBÛLKIRIN

Şaredariya Gel a Qamişloyê roja 26`ê Tîrmehê ji bo çareserkirina pirsgirêkê projeyek pêşniyar kir, li gorî projeyê dê beşeke çem bi qasî 7 kîlometre were sergirtin, paşê li ser sûkek were avakirin. Ev proje ji hêla şêniyan û rêxistinên jîngehê ve bû cihê gengeşe û nerazîbûnê.

BERTEKÊN LI DIJÎ PROJEYÊ

Kesayet û rêxistinên jîngehparêz ên herêmî li dijî projeya şaredariyê bertek nîşan dan û daxwaz kir ku şaredarî projeye sergirtina beşeke çem rawestîne. Wan hişyarî da ku eger baraneke dijwar bibare ev proje dê bibe sedema lehiyan û encamên xerab.

Her wiha diyar kirin ku ev proje li dijî Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser e, her wiha li dijî peymanên Neteweyên Yekbûyî û Ramsarê ne ku li gorî wan peymanan nabe rêgehên avê werin nixumandin an veşartin. Wan ji Desteya Jîngehê xwest vê mijarê lêkolîn bike û ji şaredariyê bixwaze ku vê projeyê rawestîne.

Hevşaredar Qamişloyê Bêrîvan Omar der barê projeyê de got: "Armanca me ew e ku Çemê Qamişloyê vejînin, xweşik û paqij bikin, ji ber rewşa çem pir xerab e, bêhnên ne xweş jê derdikevin, ew mîna çemekî mirî ye. Ji ber vê yekê, me bi hevkariya endezyar û pisporan lêkolînên berfireh dest pê kirin, û me gelek nîqaş kirin da ku bigihîjin çareseriyên şênber. "

Der barê rexneyan de jî Bêrîvanê got "Em rêzê li wan rexneyan digirin" û destnîşan kir ku ew ji bo hemû raman û pêşniyaran vekirî ne, û xwest ku her kesî serdana şaredariyê bikin û rasterast hûrgiliyên vê projeyê nas bikin, "ger pêşniyarên wan ên alternatîf hebin, em amade ne ku li ser wan gotûbêj bikin û bicîh bînin ger ew pêşniyar xizmeta berjewendiya giştî bikin.

Çemê Ceqceq ji dema ku bajarê Qamişlo di sala 1924`an hatiye avakirin, çavkaniya jiyanê bû. Lê belê, nêzî 30 salan e ew bûye çemekî qirêjî, ji ber ku dewleta Tirk ava qirêj ji bajarê Nisêbînê berdide nav çem.

(k)